Li Xarpêtê erdhej çêbû

Li navçeya Qowanciyanê ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,0 pile pêk hat.

17 Tebax 2022 - 03:53
17 Tebax 2022 - 03:53
 0
Li Xarpêtê erdhej çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku 17ê Tebaxa 2022ê li navçeya Qowanciyanê demjimêr 07:24an bi hêza 4,0 pile û 12 kîlometre di bin erdê de erdhejek çê bûye.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Xarpêtê di encama erdhejê de ti zerareke canî û madî çênebûye.

Herwiha hat gotin ku xebatên lêkolînê berdewam in.

Ev nûçe bi tevahî 4057 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:45:55