Baregeheke Amerîkî li gundewarê Dêrezorê hat topbarankirin

Grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve baregeheke Amerîkî li gundewarê Dêrezorê topbaran kirin.

17 Cotmeh 2024 - 08:02
17 Cotmeh 2024 - 08:02
 0
Baregeheke Amerîkî li gundewarê Dêrezorê hat topbarankirin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, grûpên çekdar ên ser bi Îranî ve bingeha Amerîkî li kargeha Konîko ya gazê li gundewarê Dêrazorê topbaran kirin.

Diyar kir, di bersivê de jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî çeperên van komên çekdar bombebaran kirin û firokeyên şer ên Hevpeymaniyê li herêmê hatin dîtin.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê di cotmeha sala borî de, komên Îranê 146 caran êrişî baregehên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê kirine.

 

Ev nûçe bi tevahî 428 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:44:46