Barrack ji bo rola wî ya derbarê Kurdên Rojavayê Kurdistanê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack ji bo rola wî ya derbarê Kurdên Rojavayê Kurdistanê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack doh bi telefonê axivîn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di pêwendiyê de her du aliyan rewşa Sûriyeyê û rûdanêm dawî yên li herêmê gotûbêj kirine.
Di vê çarçoveyê de "her du alî hemfikir bûne ku divê pirsgirêkên li herêmê bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê bên çareserkirin."
Thomas Barrack: Rola xwe ya erênî bidomîne
Her wiha amaje pê hat kirin ku "Barrack spasî û pesnê xwe ji bo rola Serok Nêçîrvan Barzanî û hevkariya wî ya di çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Sûriyeyê yên li gel Şamê de ducare kir û daxwaz kir ku rola xwe ya erênî bidomîne
Nûvekirina herî dawî: 14:45:47