Barzanî û Erdogan di civînê de ne
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku piştî serdana xwe ya welatên Ewropayê hat Tirkiyê, li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re dicive.

Berpirsiyarên Wezareta Karên Derve yê Tirk ji bo pêşwazîkirina Serokê Herêmê li balafirxaneyê hazir bûn. Ji bo hatina Barzanî ya Tirkiyeyê li ber deriyê Mêvanxaneyê alayên Kurdistanê û Tirkan hatin daleqandin.
Hevdîtina Barzanî û Erdogan ku li demjimêr 17an destpê kir berdewam dike. Hevdîtin li koşka Mabeny a Serokomariya Tirkiyê ya Stenbolê tê kirin û ji medyayê re girtî ye.
Tê çaverêkirin di hevdîtinê de li ser gelek mijarên herêmî, têkoşîna dijî terorê û aboriyê were rawestin.
Li dema hatina Stenbolê ya Barzanî li avahiya Dewletê ya Mêvanan ligel alaya Tirkiyê û Iraqê ala Kurdistanê jî hat hilawistin ku ev cara yekemîn e pêşwazîyeke wisa li Barzanî tê kirin.
Nûvekirina herî dawî: 18:30:20