Li Başîkayê çûnûhatina leşkeran bal kişand

Li Başîka ya nêzî bajarê Mosilê, çûnûhatina yekîneyên girêdayî hêzên leşkerî yên tirk balê kişand. Îro gelek seyareyên şer derbasî Başîkayê bûn.

26 Sibat 2017 - 13:10
26 Sibat 2017 - 13:10
 0
Li Başîkayê çûnûhatina leşkeran bal kişand

Li Başîka ya nêzî bajarê Mosilê, çûnûhatina yekîneyên girêdayî hêzên leşkerî yên tirk balê kişand. Îro gelek seyareyên şer derbasî Başîkayên bûn.
Di demjimêrên hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Recep Tayyip Erdogan Serokomarê tirk de sewqiyata leşkerî yên berfireh berdewam dikir. Li gorî agahiyên ku hatine dayîn ev çûnûhatina leşkeran yên li herêma Mosil û Hewlerê de ji ber guherandina leşkerên li wir bicihbûyî û yên nû ne.

Wek tê zanîn hebûna leşkerên tirk yên li Başîkayê berê di navbera Iraq û Tirkiye de bibû sedema krîzê, dawiyê jî Serokwezîrê Tirk Binalî Yildirim di vegera ziyareta xwe ya Baxdayê destnîşan kiribû ku piştî Mosil ji DAIŞê bê paqijkirin dê rewşa hêzên,xwe yên leşkerî jî guftigo bikin.

Ev nûçe bi tevahî 2288 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:23:43