Barzanî û generalê amerîkî civînek li dar xistin

Hat ragihandin ku Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê General Walter Piatt li Hewlêrê civînek li dar xistin.

20 Avrêl 2018 - 05:10
20 Avrêl 2018 - 05:10
 0
Barzanî û generalê amerîkî civînek li dar xistin

Mesrûr Barzanî di civîna xwe ya ligel fermandarê amerîkî Walter Piatt de ragihand ku divê zêdetir alîkariya hêza Pêşmerge were kirin. Li gor daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Barzanî berfirehbûna çalakiyên komên tundrew ên li hinek deverên Sûriye û Iraq û herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê weke rewşeke metirsîdar bi nav kir.

Barzanî eşkere kir ku pêwîst e dosyeya ewlehiya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi hevahengiya hemû aliyên peywendîdar were meşandin û ji bo vê mebestê jî pêwîst e demildest ji bo asayîkirina rewşa wan deveran û alîkariya zêdetir bo hêzên Pêşmerge "weke hêzeke destûrî û çalak a meydanî ya herêmê" were kirin.

Herwiha General Walter Piatt jî rola Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de bi bandor bi nav kir û tekez kir ku hêzên hevpeymanan dê alîkarî û perwerdekirina Pêşmerge bidomîne.

Ev nûçe bi tevahî 1192 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:20:10