Berdevkê AK Partiyê li ser HSDyê daxuyanî da
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Lijneya Birêvebir a Navendî ya AK Partiyê daxuyaniyên girîng dan û bal kişand ser rewşa Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û pêvajoyê.

Lijneya Birêvebir a Navendî ya AK Partiyê doh bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Lijneya Birêvebir a Navendî AK Partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Omer Çelîk nexşerêya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê, pêvajo û rewşa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nirxand.
Omer Çelîk liv û tevgera leşkerî ya Artêşa Tirkiyeyê (TSK) ya li Sûriyeyê piştrast kir û got, "Ev tevger ne nîşaneya rewşeke awarte ye."
Çelîk her wiha destnîşan kir ku 8ê Kanûna Paşîn salvegera yekemîn a "Şoreşa Sûriyeyê" ye û Sûriye di vê pêvajoyê de bi sê gefên mezin re rûbirû ye.
"Sûriye bi 3 gefan re rûbirû ye"
Omer Çelîk diyar kir ku ji bo parastina yekîtiya Sûriyeyê divê bal were kişandin ser sê gefên sereke ku li navxweyê welêt derketine holê:
Gefa li Laziqiyeyê:
Çelîk diyar kir ku paşmayên rejîma Esed li herêma Laziqiyeyê hewl didin serî hildin û got:
"Ew hêzên ku dibêjin 'Em mafên Elewî û Şîeyan diparêzin' ti pêwendiya wan bi birayên me yên Elewî û Şîe re nîne. Ev Şebbiha dixwazin rejîma qetlîamker a Esed zindî bikin."
Gefa li Başûr:
Çelîk bal kişand ser herêma Durziyan û got, "Serkirdeyekî Durzî yê alîgirê Siyonîzmê heye ku nûnertiya birayên me yên Durzî nake.
Ew li gorî siyaseta Netanyahu tevdigere û dixwaze Sûriyeyê bike peyka Îsraîlê."
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD):
Çelîk Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî "rêxistina terorê" bi nav kir û got, "Pêşkêşkirina kiryarên wan wekî destkeftiyên Kurdan şaşiyeke mezin e."
"HSD nabe destkeftiya Kurdan, divê çekan deyne"
Berdevkê AK Partiyê di beşeke berfireh a axaftina xwe de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir hedef û îdia kir ku nîşandana HSDyê wekî destkeftiya Kurdan "neheqî û manîpulasyon" e.
Çelîk got, "HSD li bakur û bakurrojhilatê Sûriyeyê wekî rêxistineke terorê çalakiyan dike.
Pêşkêşkirina kiryarên wan wekî destkeftiyên Kurdan, mîna bûyerên li Laziqiyeyê û herêma Durziyan a li başûr, bi temamî şaş e" û wiha pê de çû:
"Divê HSD çekan deyne. Wekî ku li Îraqê pêwîst e rêxistina terorê bi temamî were tasfiyekirin, li Sûriyeyê jî divê hebûna HSDyê bi dawî bibe.
Ew kesên ku behsa demokrasiyê dikin û piştre kantonên qaşo ava dikin, demografiyê diguherînin û hewl didin li ser dahata petrolê dewleteke terorê ava bikin, nikarin behsa 'nenavendîbûnê' bikin. Ev nayê qebûlkirin."
Peymana 10ê Adarê û entegrasyona artêşê
Omer Çelîk ji bo çareseriya rewşa komên çekdar ên li Sûriyeyê amaje bi "Peymana 10ê Adarê" kir û got ku riya rast bicihanîna vê peymanê ye.
Çelîk got, "Esas ew e ku Peymana 10ê Adarê were bicihanîn û piştre çek bên danîn.
Pêwîst e hêzên çekdar ên ku tevlî terorê nebûne, di çarçoveya vê peymanê de entegreyî artêşa Sûriyeyê bibin.
Ev yek ji bo temamkirina pêvajoya çekdanînê zemîneke girîng e."
Çelîk her wiha got, "Heke Sûriyeyeke yekgirtî tê xwestin, divê ev yek di çarçoveya 'yek welat, yek artêş, yek dewlet' de pêk were.
Hêzên li vir divê girêdayî Wezareta Parastinê û Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê bin."
Nexşerêya pêvajoyê
Berdevkê AK Partiyê li ser nîqaşên navxweyî yên li Tirkiyeyê û pêvajoya ku bi navê "Tirkiyeya Bê Teror" tê naskirin jî agahî dan.
Çelîk diyar kir ku mekanîzmaya teyîdkirinê ya dewletê bi xurtî dixebite û got:
"Artêşa Tirkiyeyê û MÎT qadê bi awayekî xurt dişopînin.
Çalakiyên ji bo çekdanînê tên tomarkirin, heke berevajî wê asteng hebin ew jî tên şopandin.
Nexşerêya ku hatiye diyarkirin dimeşe. Carinan di hefteyekê de metreyekê diçî, carinan di hefteya din de kîlometreyekê.
Ya girîng ew e ku nexşerê bimeşe. Armanc ew e ku rêxistina terorê li Îraq, Îran, Sûriye û Ewropayê bi hemû şax, hêzên çekdar û pêkhateyên xwe ve bi dawî bibe."
Nûvekirina herî dawî: 11:29:17





































































































































































