Enqere - Li avahiyekê termên 3 kesan hatin dîtin
Li apartmaneke navçeya Yenîmahalleyê ya Enqereyê termên 3 zilaman hatin dîtin.

Li gorî agahiyan, li apartmaneke li Kolana 500emîn a Taxa Anadoluyê 3 kes bêliv û tevger li erdê dirêjkirî hatin dîtin û şahidên rewşê gazî tîmên tenduristiyê kir.
Piştî wê agahdariyê, tîmên tenduristiyê yên lezgîn (112) û tîmên polîsan çûn cihê bûyerê.
Di encama lêkolînan de derket holê ku termê Mehmet Buyukirmak û du birayên Mehmet Emre Çalli û Enes Çalli ne û şopên gule û kêrê li ser laşên wan hene.
Tîmên tenduristiyê term veguhastin morga Saziya Tipa Dadî.
Her wiha polîsan ji bo girtina tawanbar an tawanbaran operasyonek da destpêkirin.
Nûvekirina herî dawî: 10:42:41





































































































































































