Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê: 166 dikan li sûka Lengeyê şewitîne

Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê radigehîne, “Ji ber agirê şeva borî ya sûka Lengeyê, 166 dikan şewitîne û tendirustiya 90 kesan jî têk çûye”.Berdevkê Birêveberiya Giştî ya

28 Sibat 2024 - 10:16
28 Sibat 2024 - 10:16
 0
Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê: 166 dikan li sûka Lengeyê şewitîne

Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê Karwan Mîrawdelî îro (Çarşem, 28.02.2024) ji K24ê re ragehand, “Ji ber agirê şeva borî yê sûka Lengeyê, 166 dikan şewitîne û zirar gehiştiye çend dikanên din jî”.

Birêveberiya Giştî ya Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê diyar kir, “Ji ber wî agirî, tendirustiya 90 kesan têk çûye û 24 ji wan gehandine nexweşxaneyan, lê niha tendirustiya hemiyan baş e”.

Şeva borî, 27.02.2024, nêzî seet 08:00ê, agirekê mezin berbû sûka Lengeyê ya bajarê Hewlêrê û heta niha jî sedema wî agirî diyar nîne, lê zirareke madî ya zêde gehiştiye dikandaran.

Hindek ji wan dikandaran îro gotin, “Tîmên Bergiriya Şaristanî zû gehiştin cihê rûdanê û di demeke kêm de ew agir kontirol kir”.Herwesa wan dikandaran behs kir, “Em spasiya Asayîş, Polîs û Tîmên Bergiriya Şaristanî dikin ku soz daye me qerebû bikin”.

Ev nûçe bi tevahî 785 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:11:13