Li Berdereşê qeza: Sê jin, zarokek û zilamek mirin

Li qezaya Berdereşê ya Dihokê du otomobîl li hev qelibîn û 5 kesan canê xwe ji dest da.

28 Sibat 2024 - 10:13
28 Sibat 2024 - 10:13
 0
Li Berdereşê qeza: Sê jin, zarokek û zilamek mirin

Qezayê îro derdora saet 10:45an li ser rêya Berdereş û nahiyeya Kelekê rû da.

Hat zanîn ku sê jin, zarokek û zilamek mirine.

Li gorî çavkaniyên ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne, sê kes li cihê qezayê û du kes jî li ser rêya nexweşxaneyê mirine.

Heta niha amarên qezayên trafîkê yên sala 2023yan nehatine belavkirin.

Sala 2022yan jî li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 706 hezar qeza çêbûne.

Di van qezayan de 455 kes mirine û 7 hezar û 250 kes jî birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1411 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:15:09