Berpirsê berê yê PDKê li Şingalê: PKK dixwaze li Şingalê êzîdiyan û misilmanan berde hev!

Kesayetiyê êzîdî û berpirsê berê yê PDKê li Şingalê, Seîd Şingalî dibêje, çekdarên PKKê bi piştgiriya Nûrî Malikî heta niha li Şingalê mane.

15 Sibat 2017 - 05:14
15 Sibat 2017 - 05:14
 0
Berpirsê berê yê PDKê li Şingalê: PKK dixwaze li Şingalê êzîdiyan û misilmanan berde hev!

Seîd Şingalî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, PKK bi piştgiriya Malikî heta niha li Şingalê maye û mana wan jî ji bo têkdana rewşa navxwe ya Şingalê û Herêma Kurdistanê ye.

Şingalî her wiha gotiye, ew dixwazin di navbera Misilman û Êzîdiyên Şingalê de pirsgirêk û nakokiyan derxînin, lê bi ser nakevin, ji ber ku hemû xelkê Şingalê bira ne.

Wî kesayetiyê Şingalê daye xuyakirin ku çekdarên PKKê bi dehan otomobîlên bêtablo û camreş li Şingalê digerin, ku ev yek jî ji bo têkdana asayişa navçeyê ye. Em daxwaz ji PKKê dikin ku ji vê navçeyê derkevin û vegerin cihê ku jê hatine, da ku xelk bikarin vegerin ser mal û warê xwe.

Ev nûçe bi tevahî 1943 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:58:40