Îran: 4 endamên PJAKê canê xwe ji dest da

Berdevkê Polîsê Îranê Seîd Montazer Mehdî ragihand ku li ser sînorê Baneyê 4 endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) canê xwe ji dest daye.

28 Tîrmeh 2026 - 11:18
28 Tîrmeh 2026 - 11:18
 0
Îran: 4 endamên PJAKê canê xwe ji dest da

Seîd Montazer Mehdî her wiha îdia kir ku di operasyonê de dest bi ser gelek çek û teqemeniyan de hatiye girtin.

Berdevkê Polîsê Îranê Seîd Montazer Mehdî eşkere kir ku hêzên parastina sînor ên Îranî bi hevkariya Îtîlaata (îstixbarat) Baneyê, liv û tevgerên li ser sînor bi hûrgilî şopandin.

Mehdî diyar kir ku hêzên wan "gava endamekî sereke yê PJAKyê xwestiye derbasî nav axa welêt bibe pê hesiyane û yekser ji bo girtina wî operasyon li dar xistiye."

Pevçûna çekdarî li ser sînorê Baneyê

Seîd Montazer Mehdî li ser hûrgiliyên operasyonê got:

"Di vê operasyonê de û di dema lêgerîna li herêmê de, otomobîleke ya cureyê Semendê ku endamên PJAKyê tê de bûn hat dîtin.

Di encama pevçûna çekdarî ya di navbera hêzên parastina sînor û wan de, 4 endamên PJAKyê hatin kuştin.”

Li gorî gotina Berdevkê Polîsê Îranê, di rûbirûbûnê de dest bi ser hejmarek çek û teqemeniyan de hatiye girtin.

PJAKê hîn daxuyanî nedaye

Li aliyê din, heta niha Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.

 

Ev nûçe bi tevahî 36 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:20:55