Beşikcî: Keerkûk bajarekî Kurdistanê, Gelo Kurd bibêjîn Stenbol bajerekî Kurdiye?

Nivîskar û dostê gelê Kurd li Tirkiyê Îsmaîl Beşikcî rexneyên tûnd li Hikumeta Tirkiyê derbarê helwesta wê li dijî bilindkirina alaya Kurdistanê li ser dezgehên Parêzgrha Kerkûkê kirin û got ku, eger dewleta Kurd niha neyê ragehandin wê 100 salên din li paşbikeve..

10 Avrêl 2017 - 03:19
10 Avrêl 2017 - 03:19
 0
Beşikcî: Keerkûk bajarekî Kurdistanê, Gelo Kurd bibêjîn Stenbol bajerekî Kurdiye?

Nivîskar û dostê gelê Kurd li Tirkiyê Îsmaîl Beşikçî weke nimûneyê diyar kir û got:"Stenbol 18 milyon kes tê de heye ji wan 4 milyon Kurdin, gelo dibe tu bibêjî Stenbol bajerekî Kudiye?".

Herwiha dibêje ku, hemû pêkhateyên bajarê Kerkûkê mafê xwe weke xwendina bi zimanê dayikê û çand û kultûr standine ew yeke jî bi saya sere Hikumeta Herêma Kurdistanê bû, da zanîn ku, eger Tirkiyê bi wê êrîş û helwestê berevaniya Tirkumenan dike naxwe bila weke Kerkûkê rê bide 4 milyon Kurd li Stenbolê bi zimanê xwe bixwînin û dibistanên taybet bi zimanê Kurdî vekin.

Herwiha Beşikçî dibêje: "Ew çi cîwaziye di helwesta Tirkiyê Kurdan li Kerkûkê mafê Tirkumenan dane wan, li Stenbolê 4 milyon Kurd bê maf hene û mafên xwe wernegirtine, gelo Tirkiyê bi çi heqî êrîşî dike."

Di çend hevdîtinên xwe de Nivîskar û dostê gelê Kurd li Tirkiyê Îsmaîl Beşikçî helwesta xwe derbarê referandomê de dabû û gotibû, eger sibe dewleta Kurd rabgehînin derange ne zûye, ji ber ku, 100 salên din ji wan re divê daku, derfetî wiha bidestbixin.

Ev nûçe bi tevahî 1864 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:25:30