PKKê nehîşt êrişa kîmyayî ya Xanşêxûnê were şermezarkirin

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, PKKê nehîşt çalakiyek li dijî êrişa kîmyayî ya rêjîma Sûriyê li ser devera Xanşêxûnê were encamdan.

10 Avrêl 2017 - 03:42
10 Avrêl 2017 - 03:42
 0
PKKê nehîşt êrişa kîmyayî ya Xanşêxûnê were şermezarkirin

Duh li bajarê Qamişlo komek çalakvan û welatiyên bajêr dixwastin êrişa kîmyayî ya Xanşêxûnê, ku bû sebeba mirina gelek sivîlan, şermezar bikin lê ji aliyê PKKê ve hatin astengkirin.

Çalakvanekî li ser wê yekê ji BasNewsê re got, me dixwast çalakiyekî li dijî êrişa Xanşêxûnê encam bidin lê PKKê nehîşt.

Wî çalakvanî her wiha got, me rêkarên qanûnî jî bicîh anî lê dîsa jî çalakiya me ji aliyê PKKê ve hat astengkirin.

Di êrişa kîmyayî ya Xanşêxûnê de, ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû kirin, gelek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Di nav miriyan de gelek zarok jî hebûn.

Piştî wê êrişê, Amerîka navenda serbazî ya “Şiêrat” ya rêjîma Sûriyê li parêzgeha Himsê da ber mûşekan û wêran kir.

Ev nûçe bi tevahî 2216 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:56:35