Bi deh hezaran Kurdistanî bo serxwebûnê serî rakirin û herikîn qada mîtîngê

Li Stadyûma Ferenso Herîrî ya li Hewlêrê, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi deh hezaran hevwelatî, mezintirîn karanavala piştgiriya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê birêve diçe.

22 Îlon 2017 - 11:24
22 Îlon 2017 - 11:24
 0
Bi deh hezaran Kurdistanî bo serxwebûnê serî rakirin û herikîn qada mîtîngê

Ji niha ve deh hezaran kes berê xwe dane stadyûmê û dest bi ahengê kirine. Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî li gel Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn dê beşdarî karnavalê bibin. Biryar e Mesûd Barzanî gotareke dîrokê pêşkêş bike. Herwiha hunermendê bi nav û deng Zekeriya Ebdullah û çend hunermendên din dê beşdarî karnavalê bibin.

Her wiha Festîval bi beşdariya nêzîkî sed hezar kes destpê kir û her yek ji balyozê berê yê Amerîka li Kosovo Pîter Galbirêt, wezîrê derve yê berê yê Firensa Birnard Kuşnêr, balyozê berê​ yê Amerîka li Iraqê Zelmay Xelîlzad, Kosret Resûl û Selaheddîn Mihemed Behaddîn di festival de amade ne.

Ev nûçe bi tevahî 1224 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:44:28