Bi dronan êrişî baregeheke PDKÎyê hat kirin
Bi 2 dronan êrişî baregeheke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ya li navçeya Dêgeleyê hat kirin.

Li aliyê din, dronek jî li devera Balekayetiyê ket xwarê.
Bi 2 dronan êrişî baregeha PDKÎyê ya li Dêgeleyê hat kirin lê di êrişê de ti zererên canî û madî çênebûn. Her wiha dronek jî li devera Balekayetiyê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê ket xwarê.
Ti zererên canî nînin
Endamekî PDKÎyê ji ajansa Rûdawê re ragihand ku bi 2 dronan êrişî kampa wan a li Dêgeleyê hatiye kirin.
Wî endamê Endamekî PDKÎyê li ser zererên êrişê diyar kir ku di bûyerê de ti zererên canî çênebûne.
Dronek li Balekayetiyê ket xwarê
Hinek şahidên bûyerê yên li devera Balekayetiyê ji Rûdawê re diyar kir ku dronek bi nizmî li asmanê deverê firiyaye.
Li gorî gotina şahidan, ew dron paşê li daristan nêzîkî gundê Kanî Zîlê ketiye xwarê.
Hat zanîn ku piştî ketina dronê agir bi pûşî ketiye.
Nûvekirina herî dawî: 11:48:03








































































































































































