Bi mûşekan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li Silêmaniyê hat kirin

Bi 4 mûşekan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

19 Gulan 2026 - 10:33
19 Gulan 2026 - 10:33
 0
Bi mûşekan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li Silêmaniyê hat kirin

Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî ji ajansa Rûdawê re got, "Îşev demjimêr 22:00an bi 4 mûşekan êrişî Kampa Sûrdaşê hat kirin."

2 kes birîndar bûn

Emced Husên Penahî li ser zererên êrişê jî axivî û got, "Du kes bi sivikî birîndar bûne."

Her çend agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de didome jî Îran carnan êrişî partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike.

 

Ev nûçe bi tevahî 41 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:21:45