Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê li Romayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Romaya paytexta Îtalyayê bi Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto re civiya.

19 Gulan 2026 - 10:40
19 Gulan 2026 - 10:40
 0
Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê li Romayê civiyan

Guido Crosetto di vê civînê de ragihand ku dê Roma di warê bipêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û ewlehiyê de alîkar be û ev alîkariya wan didome.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên bi Îtalyayê re yên di warê leşkerî û ewlehiyê de hat gotûbêjkirin.

Her wiha di hevdîtinê de tekezî li ser hevkariya hevbeş a ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê hat kirin.

Alîkariya ji bo Pêşmergeyan

Di heman hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo rola "girîng" a Îtalyayê ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê de ducare kir.

Nêçîrvan Barzanî bi taybetî jî spasiya Îtalyayê kir ku şêwirmendî û perwerdeyê pêşkêşî Hêzên Pêşmerge dike.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê tekezî li ser wê yekê kir ku pabendiya welatê wî ya ji bo piştgirîkirina aramî û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê didome.

Metirsiyên terorê û aloziyên li herêmê

Di beşeke din a civînê de Nêçîrvan Barzanî û Guido Crosetto bipêşketinên ewlehiyê yên dawî yên li herêmê û encamên aloziyan gotûbêj kirin.

Her du alî li ser girîngiya parastina aramiyê û rêgirtina li derketina terorê ya li herêmê hevnêrîn bûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 57 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:21:56