Biden: Min ji Putin re got êrîşa ser Ukraynayê dê NATOyê bihêz bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden li Madridê di Lûtkeya NATOyê de ragihand, Amerîka hebûna xwe li Ewropayê bihêz kiriye, li welatên Baltîkê jî hêzên xwe belav dike.

30 Hezîran 2022 - 12:30
30 Hezîran 2022 - 12:30
 0
Biden: Min ji Putin re got êrîşa ser Ukraynayê dê NATOyê bihêz bike

Joe Biden di civîna çapemeniyê de diyar kir, di rojên bê de Washington dê 800 milyon Dolar weke hevkariya serbazî pêşkêşî Ukraynayê bike.

Herwiha Biden destnîşan kir: “Putin digot qey me têk bibe, berevajî vê rûda.”

Serokê Amerîkayê got: “Min ji Putin re got, êrîşkirina ser Ukraynayê dê NATOyê bihêz û yekgirtî bike, em li cîhanê xwediyê aboriya herî bihêz in, em serkirdetiya cîhanê dikin.”

Biden diyar kir: “Moskowê tiştên bi dest xist, 50 sal paş ket

Ev nûçe bi tevahî 803 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:04:52