Birêvebiriya Efrînê: Hêzên Tirkiyeyê ji Efrînê vekişiyan

Birêvebiriya Efrînê ya ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve ragihand ku hemû hêz û saziyên Tirkiyeyê ji bajarê Efrînê û navçeyên wê vekişiyane.

17 Îlon 2025 - 10:30
17 Îlon 2025 - 10:30
 0
Birêvebiriya Efrînê: Hêzên Tirkiyeyê ji Efrînê vekişiyan

Ragihanda Birêvebiriya Efrînê ji ajansa Rûdawê re da zanîn ku hêzên wekî îstixbarat, walîtî, hêzên taybet, cendirme, rûbirûbûna terorê û polîs bi temamî ji bajêr û navçeyan vekişiyane.

Her wiha hat destnîşankirin ku dibistanên wekî Azhar Efrîn û Fêsel Qedûr jî hatine valakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku baregehên Tirkiyeyê yên li Efrînê bi temamî hatine valakirin û dê radestî xwediyên xwe yên resen bên kirin.

Hat diyarkirin ku dibistana taybet a Azhar Efrînê dê radestî xwediyê wê Adnan Rehîm bê kirin.

Li ser baregehên leşkerî yên li derveyî bajaran jî hat eşkerekirin ku tenê 3-4 baregeh li 4 gundan mane.

Ew baregeh jî dê di çarçoveya "plana dubare belavkirinê" de ku li ser bingeha rêkeftina di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de li ser parastinê hatiye amadekirin werin valakirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 12 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:38:16