Li Helebê dengê teqînan hat bihîstin

Serê vê sibehê li gelek deverên bajarê Helebê yê Sûriyeyê dengê teqînên bihêz hat bihîstin.

17 Îlon 2025 - 10:37
17 Îlon 2025 - 10:37
 0
Li Helebê dengê teqînan hat bihîstin

Li gorî îdiayan, depoyeke cebilxaneyê ya li Taxa Şehyanê hatiye armanckirin.

Heta niha derbarê teqînê ji aliyê Şamê ve ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn û çav li Îsraîlê ne ku li herêmê gelek caran baregehên leşkerî dike armanc.

Di vîdeo û wêneyên ku li ser hesabên medyaya civakî hatine belavkirin de xuya dike ku ji herêma ku teqîn lê çêbûye dûxan bilind dibe.

Lê heta niha ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve jî ti daxuyanî nehatiye dayîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 17 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:42:58