Bo serokatiya Hizba Demokrata Kurdistanê,

8 Tebax 2021 - 11:05
8 Tebax 2021 - 11:05
 0
Bo serokatiya Hizba Demokrata Kurdistanê,

Hevalên hêja,

Em bi nuçeya rêvandin ûşehîd kirina endamê serokatiya we Musa Babaxan ji aliyê terorîstên rejîma Cuhuriyeta Îslamiya Îranê ve, gelek xemgîn bûn.

Şehîd kirina Musa Babaxanê berdewamiya siyaseta dewleta İran a teror kirina serok û tekoşerên welatparêzên Kurd e.

Serxweşiya xwe pêşkeşê we û bi rêka we ve pêşkeşê malbat û hevsengerên şehîd dikin, şirikê xema we ne.

Em daxwaz ji berpirsên Asayişa Herêma Kurdistanê dikin, ku kujer û berpirsên cinayeta hanê eşkere bike.

Em piştrast in, bi kiryarên teroristî ve Cumhuriyeta Îslamiya Îranê nikare pêşiya xebata azadiya gelê Kurd li Kurdistana Rojhilatê bigre.

Em piştrast in sengerê Şehîd Musa vala namine.

Carekî dinê li ber hizurê hemu şehîdên Kurdistanê qirnoş dibin.

08.08.2021

Mesud Tek

Serokê Giştî

Ev nûçe bi tevahî 935 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:57:24