PWK: Bi Tifaqa Neteweyî, Demokratik Em Alaya Azadîyê Bilind Bikin!

12 Îlon 2025 - 11:41
12 Îlon 2025 - 11:41
 0
PWK: Bi Tifaqa Neteweyî, Demokratik Em Alaya Azadîyê Bilind Bikin!

Di 12ê Îlona 1980an de, Artêşa Tirk di bin rêberîya Serokê Sererkanîyê yê wê demê Kenan Evren de, derbeyeke leşkerî û faşîst pêk anî. Piştî derbeya 12ê Îlonê ya 1980an, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi sed hezaran kes hatin binçavkirin û rastî îşkenceyên hovane hatin. Bi deh hezaran kes neçar man ku derkevin derveyî welat. Bi sedan kes hatin kuştin û îdamkirin. Bi deh hezaran kes hatin girtin.

Îşkence, zilm, hovîtî û qetliamên ku piştî derbeya leşkerî û faşîst ya 12ê Îlona 1980an li Zîndana Amedê ya 5 Nolû yê hatin jiyîn, ji yên faşîzma Hitler ne kêmtir bûn.

Di salên 1990î de, dewleta Tirk li hemberî hişyarîya neteweyî ya ku li Kurdistanê geş bû, bi hişmendîyeke ku ji derbeya 12ê Îlona 1980an dijwartir, li dijî gelê Bakurê Kurdistanê û demokrat û azadîxwazên li Tirkîyeyê, konsepta şerê qirêj xiste dewrê. 17.000 kes ji aliyê dewleta Tirk ve ku weke "kuştinên qesas nedîyar" têne pênasekirin, hatin qetilkirin. Neheqî, îşkence, zilm û qetliamên "kuştinên qesas nedîyar" gihîştin asteke ku ya dema derbeya 12ê Îlona 1980an jî li dûv xwe hişt.

Mixabin, berpirsên îşkence, mirin, wêranî û neheqîyên ku di dema darbeya 12ê Îlona 1980an de qewimîn, nehatin darizandin. Çawa ku ew nehatin darizandin, berpirsên îşkence, qetliam û neheqiyên di dema "kuştinên qesas nedîyar" de jî nehatin darizandin. Ji ber ku ji kesî hesab ji bo kiryarên duh nehat xwestin, îro jî berpirsên dewleta Tirk bi weha bê perwa û bêminetî êrîş û neheqiyan didomînin.

Dewleta Tirk, îro jî wekî armanca xwe ya herî bingehîn ku “divê kurd li tu derê statûyeke milî, cografî, siyasî û tu maf û azadiyên neteweyî û demokratîk bi dest nexin” didomînin.

Di 45emîn salvegera derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de, dewleta Tirk niha jî bi Qanûna Bingehîn ya 12ê Îlonê tê birêvebirin ku hebûna kurdan, hemû mafên wan yên neteweyî û demokratîk yên kolektîf înkar dike û ji nirxên azadî, demokrasî, edalet û wekhevîyê bêpar e.

Li şûna Qanûna Bingehîn ya 12ê Îlonê, pêwîstî bi qanûna bingehîneke nû heye ku li ser bingeha şirîkatî û hevparîya wekhev ya her du neteweyan, federasyonekê bihewîne.

Îro, em di nava "pêvajoyeke nû" re derbas dibin ku rêvebirên dewleta Tirk wê wekî "Pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror" pênase dikin. Hin derdor jî wê wekî "Pêvajoya Aştî û Çareserî, Biratiyê" bi nav dikin, ku li gorî vê projeya dewletê û Abdullah Ocalan, PKK biryara çekdanîn û xwefesihkirinê daye.

Li gorî gotin, daxuyanî û helwestên heta îro derketine pêş, helbete ku em nikarin vê ‘’pêvajoya nû’’, wekî ‘’Pêvajoya, aştî, çareserîya pirsa kurd, biratî, azadî, demokrasîyê’’ pênase bikin. Lê belê, bi rawestandina operasyonên leşkerî û çek danînê, bi guhertinên qismî yên Qanûna Bingehîn ku daxwazên lêzgîn yên miletê Kurd di nav xwe de bihewîne; mimkun e ku ji bo bidawîlêanîna êşên ku heta niha hatine jiyandin, ji bo çareserkirina pisgirêkan bi rêyên aştiyane û diyalogê, ji bo azadî, demokrasi û dadwerîyê, gavên destpêkî bêne avêtin. Ev jî dikare bibe zemîna qanûna bingehînek nû ku dikare bibe bingehê sîstemeke federal ya hevpar.

Ji bo vê jî em bang dewleta Tirk dikin ku dev ji vê siyaset û helwesta xwe ya lipaşxistin, paşguhkirinê û dijberîya kurdan berdin; di van mijarên ku li jêr hatine destnîşankirin de gavên pêwîst bavêjin. Em bangî hemû hêzên neteweyî, demokratîk, siyasî û sivîl yên kurdan dikin ku li ser van daxwazên hevbeş, weke “Alîyekî Kurdî” helwesteke hevpar bigrin. Em bangî hemû alîgirên azadî, demokrasî, dadwerî, aştî, wekhevî û çareserîya pirsa kurd yên li Tirkîye û Kurdistanê dikin ku ji bo pêkanîna van daxwazan lezgîn hevkarîyê bikin:

* Çekdanîna PKKê di berjewendiya gelê me de ye. Di vî warî de divê gavên mayînde bêne avêtin; lê divê Dewleta Tirk jî dawî li hemû operasyonên xwe yên leşkerî yên li ser hemû beşên Kurdistanê bîne.

* Divê pêvajoyeke diyalog, aştî û çareseriyê ya zelal û rasteqîn bê destpêkirin ku hemû partiyên siyasî yên kurd û aliyên demokratîk û sivîl, li ser bingeha daxwazên bingehîn ên lezgîn ên li jêr, wekî "Alîyê Kurd" bêne qebûlkirin û bibin muxatabê dewleta Tirk.

* Divê nasnameya kurdî, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yê kurdî bêne naskirin, digel tirkî, kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) jî wekî zimanê fermî bê qebûlkirin û ev maf hemû di Qanûna Binegehîn û hemû qanûnên pêwendîdar de werin mîsogerkirin.

* Divê azadîya raman, îfade, bawerî û rêxistinbûnê di Qanûna Binegehîn û hemû qanûnên pêwendîdar de werin mîsogerkirin; hemû qedexeyên qanûnî û destûrî yên li ser navê Kurdistanê û partî û saziyên bi navê Kurdistanê bêne rakirin.

* Divê girtîgeh werin valakirin, hemû dozên ku ji ber çalakiyên siyasî, demokratîk û sivîl hatine vekirin bêne betalkirin. Ji bo gerîlayên ku çek datînin bi awayekî azad bikaribin beşdarî jîyana rojane û xebatên sîyasî bibin, divê garantîyên yasayî bene amade kirin.

* Divê navên kurdî yên gund, bajarok, bajar û niştecihên ku navên wan hatine guhertin, paşde bêne vegerandin.

* Divê hemû neheqî, zext, qedexe, astengiyên qanûnî, fîilî û civakî yên li dijî jinan bêne rakirin.

* Divê neheqî, zext, qedexe, astengiyên qanûnî, fîilî û civakî yên li dijî Elewî, Êzidî û hemû beşên dînî û mezhebî bêne rakirin.

* Divê cihên gorên Şêx Seîd, Cibranlı Xalid Beg, Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî û hemû rûspiyên Kurd bêne eşkerekirin.

* Divê dewleta Tirk hemû şerhên xwe yên li ser peymanên navneteweyî  rake û pêwîstiyên wan peymanan pêk bîne.

* Divê hemû ev maf û azadî di Qanûna Binegehîn û hemû yasayan de bêne mîsogerkirin.

* Divê van daxwazên lezgîn yên miletê Kurd, bi berdana çekan û bi bidawîanîna operasyonên leşkerî ve neyê girêdan.

* Divê maf û azadîyên neteweyî, demokratîk ên kolektîf; ango mafê statûya neteweyî, erdnîgarî û siyasî ya gelê Başûrê Rojavayê Kurdistanê (Rojava) di Qanûna Bingehîn ya Sûriyê de cîh bigire û dewleta Tirk jî rêzê li vî mafî bigire.

Di 45emîn salvegera derbeya leşkerî û faşîst ya 12ê Îlona 1980an de, em careke din vê derbeyê bi hemû kiryar û encamên wê şermezar dikin û lanet dikin û em dibêjin armanca darbeyên leşkerî û sivîl berdewamîya desthilatdarîya zilm û neheqîyê ye.

Li hemberî her cure derbe, zilm, dagirkerî, înkar, îmha û asîmîlasyonê; em di wê bawerîyê de ne ku mifteya bidestxistina maf û azadiyên me û ya serketinê berî her tiştî ji yekîtîya hêzên kurdan yên neteweyî û demokratîk derbas dibe. Û em dibêjin, îro roja piştevanîya neteweyî, yekîtî, hevparî û têkoşînê ye.

Buroya Çapemeniyê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:31:10