Çalakvanên cîhanî Ala Kurdistanê bilind dikin

Çalakvana Swêdî Greta Thunberg wêneya çalakiyê belav kir û di twîtekê de nivîsand: "Bijî Kurdistan".

14 Cotmeh 2022 - 09:27
14 Cotmeh 2022 - 09:27
 0
Çalakvanên cîhanî Ala Kurdistanê bilind dikin


Çalakvanên cîhanî Ala Kurdistanê bilind kir, çalakvana Swêdî Greta Thunberg wêneya çalakiyê belav kir û di twîtekê de nivîsand: "Bijî Kurdistan".

Çalakvana Swêdî Greta Thunberg li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyeke dema çalakiya li ser nerazîbûna li hember têkçûna keş û hewaya cîhanê, ligel hejmarek çalakvanan belav kir, ku tê de Ala Kurdistanê bilind kirine. Herwiha li ser wêneyê jî nivîsand: “Bijî Kurdistan”.

Greta Thunberg çalakvaneke diyar a cîhanî û xelkê Swêdê ye û di warê parastina jîngehê û têkçûna keş û hewaya cîhanê kar dike.

Şarezayên jîngeh û keş û hewayê hişyariyê didin ku cîhan rûbirûyî metirsiyeke mezin a hişkbûn û şewata daristanan bûye.

Herwiha dibêjin, di navbera salên 2030 heta 2050 de eger çareseriyeke bilez ji bo guherîna keş û hewayê neyê dîtin, cîhan dê ber bi karesateke mezin ve biçe û divê demildest rewşa awarte li cîhanê ji bo guherîna keş û hewayê were ragihandin.

Ev nûçe bi tevahî 827 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:56:51