Çavuşoglu û Blinken krîza Sûriyê û çend pirsên din ên herêmê gotûbêj dikin

Wezîrên Derve yên Amerîka û Tirkiyê li New Yorkê civiyan û krîza Sûriyê, şerê Rûsya û Ukrayna û nakokiyên navbera Ermenistan û Azerbaycanê gotûbêj kirin.

21 Îlon 2022 - 04:15
21 Îlon 2022 - 04:15
 0
Çavuşoglu û Blinken krîza Sûriyê û çend pirsên din ên herêmê gotûbêj dikin

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li New Yorkê di çarçoveya Komcivîna Netweyên Yekbûyî de civiyan.

Blinken û Çavuşoglu beriya civîna dualî ya rûbirû, bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Çavuşoglu da xuyakirin, di civînê de li ser pêwendiyên dualî, şerê Rûsya-Ukrayna, aloziyên navbera Azerbaycan û Ermenîstanê û krîza Sûriyê û mijarên navçeyê dê gotûbêjan bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka jî got, Tirkiye hevpeymana NATO ye û di derbaskirina gelek krîzan de, ew bi hev re kar dikin û niha dixwazin li ser şerê Rûsya û Ukrayna rawestin.

Blinken ji bo rêkeftina veguhestina dexlûdanê jî spasiya Tirkiyê ki

Ev nûçe bi tevahî 594 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:14:07