Fuad Husên: Iraq hewl dide bibe hêvinê aramî û seqamgîriyê

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir, Iraq hewl dide bibe hêvinê aramî û seqamgîriyê di navbera welatên navçeyê de.

21 Îlon 2022 - 04:17
21 Îlon 2022 - 04:17
 0
Fuad Husên: Iraq hewl dide bibe hêvinê aramî û seqamgîriyê

Di çarçoveya civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Rêkxerê Koşka Spî bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk civiyan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, di civînê de behsa rola Iraqê hatiye kirin di pêkanîna seqamgîriyê de. Herwiha behsa pêwendiyên serbazî û ewlehî yên Amerîka – Iraqê û cîbicîkirina encamên gotûbêja stratejîk a navbera herdu aliyan hatine kirin.

Fuad Husên tekez kiriye ku Iraq hewl dide bibe amûrek ji bo seqamgîrî û navbeynkariya navbera welatên navçeyê.

Ev nûçe bi tevahî 674 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:17:11