CENTCOM: Zêdetirî 70 armancên DAIŞê li Sûriyeyê hatin bombebarankirin

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di çarçoveya operasyoneke berfireh a bi navê "Derbeya Çavê Baz" de, zêdetirî 70 armancên rêxistina DAIŞê li naverasta Sûriyeyê bombebaran kirine.

20 Berfanbar 2025 - 11:17
20 Berfanbar 2025 - 11:17
 0
CENTCOM: Zêdetirî 70 armancên DAIŞê li Sûriyeyê hatin bombebarankirin

CENTCOMê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ev operasyon şeva borî 19ê Berçileyê bi beşdariya firokeyên şer, helîkopterên êrîşber û topbaranê hatiye encamdan. Di operasyonê de binesazî û embarên çekan ên DAIŞê kirine armanc. Herwiha hat ragihandin ku firokeyên şer ên Urdinê jî piştgirî dane vê operasyonê.

Tolhildana êrîşa Tedmurê

Ev êrîşa berfireh wekî bersivekê li hemberî bûyera ku di 13ê Berçileyê de li bajarê Tedmurê qewimîbû, tê. Di wê êrîşê de, karwanekî hevbeş ê hêzên Amerîkî û Sûriyeyî hatibû armanckirin û di encamê de 2 leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl hatibûn kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûbûn.

Wezîrê Berevaniyê: Ev ragihandina tolhildanê ye

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Pete Hegseth, li ser platforma "X"ê derbarê operasyonê de daxuyaniyek da û got: "Ev ne destpêka şerekî ye, lê belê ragihandina tolhildanê ye. Amerîka di bin serokatiya Serok Donald Trump de, dê ji bo parastina gelê xwe qet dudil nebe û paşde gav neavêje."

Fermandarê CENTCOMê Amîral Brad Cooper jî diyar kir, ev operasyon ji bo rêgirtina li planên terorîstî yên DAIŞê û parastina axa Amerîkayê girîng e.

Pêşwaziya Hikûmeta Sûriyeyê

Li aliyê din, Wezareta Derve ya Sûriyeyê li ser platforma "X"ê daxuyaniyek belav kir û pabendbûna xwe ya ji bo şerê dijî DAIŞê tekez kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Sûriye sersaxiyê li malbatên qurbaniyên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û Amerîkayê dike ku di êrîşên terorîstî yên hefteya borî de hatin kuştin."

Şamê herwiha bang li Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî kir ku ew tevlî hewldanên Sûriyeyê bibin ji bo têkoşîna dijî terorê û parastina aramiya herêmê.

 

Ev nûçe bi tevahî 21 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:21:26