Cerdevanê ku ket Çemê Zapê xeniqî

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê cerdevanê ku ket Çemê Zapê xeniqî.

22 Tîrmeh 2024 - 12:59
22 Tîrmeh 2024 - 12:59
 0
Cerdevanê ku ket Çemê Zapê xeniqî

Cerdevanê bi navê Murat Gokê 30 salî li ser rêya di navbera Colemêrg-Çelê de li ber avê şemîtî ket Çemê Zapê.

Li ser agahdarkirina hevalên wî, cendirme, tîmên AFAD û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebatan de cenazeyê Murat Gok ji avê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Murat Gok ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê

 

Ev nûçe bi tevahî 830 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:40:55