Cezayê girtîgehê li Abdullah Zeydan hat birîn

Li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

11 Sibat 2025 - 07:50
11 Sibat 2025 - 07:50
 0
Cezayê girtîgehê li Abdullah Zeydan hat birîn

Di rûniştina ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê hatiye kirin de, 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn. 

Zeydan bi îdiaya “hewldana alîkariya rêxistina terorê” dihat sûcdarkirin.

Zeydan, tev li danişînê nebû. Parêzerê dosyayê Mahsunî Karaman xwe ji dosyayê vekişand û li ser vê yekê Mehmet Emîn Aktar weke parêzer tev li dosyayê bû.

Abdullah Zeydan di hilbijartinên 31’ê Adarê de zêdetirî sedî 50 deng wergirtibû û bûbû şaredarê Wanê. Lê bi hinceta ku mafê wî yê beşdarbûna hilbijartinê nîne, pesendname nehatibû dayîn. Piştî xwepêşandanên mezin, komisyona Bilind postê serokatiya şaredarîyê radestî Abdullah Zeydan kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 508 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:09:06