HAK-PAR: Di 34emîn salvegera şehadeta wan de, Dr. Şerefkendî û hevalên wî bi rêz û hurmet bi bîr tînin

17 Îlon 2026 - 13:34
17 Îlon 2026 - 13:34
 0
HAK-PAR: Di 34emîn salvegera şehadeta wan de, Dr. Şerefkendî û hevalên wî bi rêz û hurmet bi bîr tînin

Sekreterê Giştî yê PDK-Î, Dr. Sadiq Şerefkendî, di 17ê Îlonê 1992an de, li Berlînê, di restorana Mykonosê de, bi hevalên xwe yên Komîteya Navendî ya PDK-Î, Fetah Ebdolî, nûnerê PDK-Î yê Ewropayê, û Homayan Ardelan, nûnerê PDK-Î yê Almanyayê, ji aliyê ajanên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin.

Cenazeyên Dr. Şerefkendî, Fetah Ebdolî û Homayan Ardelan di 25ê Îlonê 1992an de birin Parîsê û li goristana ku Dr. Qasimlo jî lê hatiye definkirin, bi merasîmeke mezin û beşdariya gelek kesan hatin definkirin.

Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî Fetah Ebdolî û Homayan Ardelan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Ruhê wan şad be.

Buroya Çapemeniyê ya HAK-PAR

 

 

 

Ev nûçe bi tevahî 65 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:41:29