Civîna MGKyê bi dawî bû: Ji Sûriyeyê heta Xezeyê rojev çi bû?
Civîna dawî ya salê ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) bi dawî bû.
Di daxuyaniya piştî civînê de bal hat kişandin ser armanca "Tirkiyeya Bêteror" û hat gotin, "Di paşeroja herêma me de cihê teror û tundiyê nîne."
Civîna MGKyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li koşka Serokkomariyê hat lidarxistin û 2 demjimêr û 15 xulekan ajot.
Di civînê de mijarên wekî qonaxa ku di pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" de hatiye gihiştinê, xebatên Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, bûyerên li Sûriye û Sûdanê, agirbesta li Xezeyê, Şerê Rûsya û Ukraynayê û rewşa dawî ya pêvajoya aştiyê ya di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de hatin gotûbêjkirin.
Daxuyaniya 7 xalî ya MGKyê
Piştî civînê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê daxuyaniyeke ku ji 7 xalan pêk tê belav kir.
Xalên daxuyaniyê wiha ne:
1 - Derbarê operasyon û çalakiyên ku li navxwe û derveyî welêt li dijî rêxistinên wekî PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DAIŞê û gefên li ser yekîtiya neteweyî tên birêvebirin de zanyarî hatin pêşkêşkirin.
2 - Di çarçoveya armanca "Tirkiyeya Bêteror" de, xebatên piralî yên ji bo bidawîkirina terorê bi awayekî tam û mayînde û xurtkirina yekîtî û hevgirtina neteweyî hatin nirxandin; hat tekez kirin ku di paşeroja herêma me de cih ji ti awayê teror û tundiyê re nîne.
3 - Kêfxweşiya ji ber bipêşketinên cîranî me Sûriyeyê yên ji bo gihiştina pêgeha navneteweyî ya ku heq dike û tevkariya li aramiya herêmê hat anîn zimên; hat diyarkirin ku Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo aramî, refah û ewlehiya hemû beşên gelê Sûriyeyê yê bira bidomîne.
4 - Hat destnîşankirin ku agirbesta li Xezeyê ku Tirkiye jî yek ji mîmarên wê ye, ji bo rawestandina komkujiya li herêmê xwedî girîngiyeke jiyanî ye; li gel vê yekê bangî rêveberiya Îsraîlê hat kirin ku divê demildest dawî li êrişên xwe yên ku agirbestê bin pê dikin bîne û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Hat ragihandin ku Tirkiye amade ye di pêvajoya bê de jî ji bo parastina aştî û aramiyê û jinûveavakirina Xezeyê rol bigire ser xwe.
5 - Bipêşketinên li Sûdanê hatin nirxandin; piştgiriya ji bo serwerî û yekparçeyiya axa wî welatî hat teyîdkirin û bangî aktorên navneteweyî hat kirin ku ji bo bidawîkirina komkujiyên li dijî sivîlan û rawestandina şer hevkariyê bikin.
6 - Rewşa dawî ya Şerê Rûsya û Ukraynayê hat nirxandin, li hemberî rîska gurkirina şer bal hat kişandin ser girîngiya lêgerînên çareseriya dîplomatîk; hat tomarkirin ku Tirkiye dê hewlên xwe yên ji bo aştiyeke dadmend û mayînde bi hevkarên xwe yên navneteweyî re bidomîne.
7 - Di çarçoveya bipêşketinên erênî yên di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de derfetên hevkariya dualî û herêmî hatin gotûbêjkirin; îradeya Tirkiyeyê ya ji bo dabînkirina aştî, aramî û bipêşketinên li Kafkasyaya Başûr hat teyîdkirin.
Nûvekirina herî dawî: 09:09:58