Komîteya Şopandin û Nirxandinê cara duyem dicive

Komîteya Şopandin û Nirxandinê îro cara duyem bi serokatiya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz dicive.

28 Îlon 2026 - 11:10
28 Îlon 2026 - 11:10
 0
Komîteya Şopandin û Nirxandinê cara duyem dicive

Di civînê de pêvajoya hiqûqî, entegrasyona civakî, bipêşketinên li qadê, her wiha çekdanîn û xebatên hevahengiya stratejîk dê werin nirxandin.

Komîteya Şopandin û Nirxandinê îro li Koşka Serokkomariyê cara duyem tê ba hev.

Civîn ji çapemeniyê re girtî tê lidarxistin. Tê çaverêkirin ku di civînê de xebatên di çarçoveya pêvajoyê de tên meşandin bên nirxandin.

Yilmaz doh ragihandibû ku dê civîna duyem a komîteyê were lidarxistin.

Çar jêrkomîte xebatên xwe didomînin

Di civîna yekem a komîteyê de ji bo şopandina beşên cuda yên pêvajoyê biryar li ser avakirina çar jêrkomîteyan hatibû dayîn.

Di vê çarçoveyê de pêvajoya dadwerî û hiqûqî, entegrasyon û lihevhatina civakî, bipêşketinên li qadê, çekdanîn û hevahengiya stratejîk ji hev cuda tên şopandin.

Ji bo qonaxa duyem divê çekdanîn were piştrastkirin

Li gorî daxuyaniyên dawî yên Cevdet Yilmaz, di vê pêvajoyê de beriya her tiştî divê fesixkirin û çekdanîn li ser erdê were tesbîtkirin.

Piştî wê jî divê ev yek bi raporan were tomarkirin û bi biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê were piştrastkirin.

Yilmaz diyar kir ku heta ev pêvajoya tesbîtkirin û piştrastkirinê temam nebe, ew dê derbasî qonaxa duyem nebin.

Tê pêşbînîkirin ku di qonaxa duyem de sererastkirinên hiqûqî bikevin rojevê û komîsyoneke ku li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin pêvajoyê bişopîne.

Parlamentoya Tirkiyeyê jî dê pêvajoyê bişopîne

Li kêleka xebatên komîteyeke birêvebirinê, tê plankirin ku parlamentoyê jî ji bo pêvajoyê mekanîzmayeke şopandinê ava bike.

Yilmaz eşkere kir ku komîteya ku dê li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin dê xebatên qonaxa duyem bişopîne.

 

Ev nûçe bi tevahî 70 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:17:15