CNK'ê ji bo Kongreya PDK'ê peyama pîrozbahîyê weşand

Berdevkê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Timûrtaş, piştî kongreya 14'min ya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ku Serok Mesûd Barzanî dîsa wek Serok hat hilbijartin peyama pîrozbahiyê weşand.

8 Mijdar 2022 - 11:13
8 Mijdar 2022 - 11:13
 0
CNK'ê ji bo Kongreya PDK'ê peyama pîrozbahîyê weşand

Berdevkê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Timûrtaş di peyama xwe de ev gotin anîn ziman:

"Kongreya 14an Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi awayekî serkeftî bi encam bû.Em dizanin wê weke herdemê endam û kadirên PDKê berdewam bin li ser rêbaza Şêx Evdilselam, Mela Mistefa Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî. Em serkeftina kongreyê li hemû endamên kongreya 14an a PDKyê dikin û hêvî dikin kongre bibe pêngaveka nû di warê azadî serxwebûna Kurdistanê.

Li ser navê hemû hevrêyên xwe hilbijartina cenabê we careka din weke Serokê PDKyê û cîhgirên serokên PDKyê rêzdar Nêçirvan Barzanî û rêzdar Mesrûr Barzanî û Komîteya Navendî ya nû ya PDKyê pîroz dikim. Careka din serkeftinê ji cenabê we û ji hemû endam û kadirên PDKê re dixwazim.

Ligêl rêz û silavan.

Berdevkê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê Jiyan Timûrtaş"

Ev nûçe bi tevahî 549 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:12:08