Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê

Di salên nodî da rayedarên dewletê carina behsa zagonan, qanûnan dikirin, lê îro di axaftin û peyamên rayedarên dewletê da, taybetî di ên serokkomar û wezîrê karêhundir da tenê peyvek jî tine ye ku behsa zagonan, qanûnan bêt kirin.

Mahmut Kılınç

26.05.2017, Cum | 13:52

Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê
Nêrîn Belav bike

Roj derbas nabin, ku di medyayê da nûçeyek xemgîn û dilêş neye weşandin; li bakurê Kurdistan'ê, taybetî li rojhelatê Fêrêt şer û pevçûnên dijwar hene, rojane çend kes, esker an gerîllayên PKKê jîyana xwe jidest didin.

Di van şer û pevçûnan da hemû cûre çek bikartên, firokên şer gellek deveran bombebaran dikin, madî û manewî zerarên fireh rû didin.

Rewşa îro wekî salên nodî ye, mixabin li bakurê Kurdistan'ê şerekî dijwar didome û rayedarên dewletê, wekî serokkomar û wezîrê karêhundir peyamên şerûd didin.

Serokkomar gefan dixwe û bang dike ku wekî çendên car gotibû, "ketin şikeftên teroristan (ew dibêje 'în')" û dê hêj jî têkevin.

Ketin û derketina "şikeftan" bêbedel nabe, him gerîlla û him jî eskerên Tirk bedelên giran didin, lê ne xem e wezîrê karêhundir behsa tolhildanê dike, mixabin li ser gotin û bangê wî şer dijwartir dibe.

Her çiqasî min rewşa îro şiband salên nodî jî, bi gellek hêlan va îro ji rewşa wê demê xerabtir e.

Di salên nodî da rayedarên dewletê carina behsa zagonan, qanûnan dikirin, lê îro di axaftin û peyamên rayedarên dewletê da, taybetî di ên serokkomar û wezîrê karêhundir da tenê peyvek jî tine ye ku behsa zagonan, qanûnan bêt kirin.

Gelo zagon hene, qanûn hene, an ...?

Ger li dewletekê, rayedar ne behsa zagonan, berevajî qîrinîya tolhildanê bikin, êdî ev dewlet e?

Em dizanin ku dewlet bi zagonan va pabend e, dema ev peywendî xera bû êdî ev nabe dewlet.

Di rojên dawî da li Ciyayê Tendûrek'ê şerekî dijwar didome û bi dehan şervan an eskeran jîyana xwe dest dane/didin.

Herweha li herêma Şemzînan'ê jî şer heye, nûçeyên xemgîn di medyayê da cî digrin.

Bi dehan car, bi sedan car hat nivîsin, hat gotin ku pirsa Kurdistan'ê, ne tenê bakurê Kurdistan'ê herweha li herçar parçeyên din jî bi şer û pevçûnan, bi wêrankirinê çareser nabe.

Li bakurê Kurdistan'ê bi dehan salin ku şerekî dijwar berdewam e, bi deh hezaran kesî jîyana xwe ji dest da, bi hezaran gund û bi dehan bajarên bakurê Kurdistan'ê hatin rûxandin û kavilkirin, bedelên madî bi sedan milyar dolar in, lê hêj di bergeha aştîyê da gavek erênî jî nehatiye avêtin.

Me Kurdan tenê dibistanek jî tine ye.

Kî nin, berpirsyarê vê karesatê?

Ne tenê em Kurd, herweha dost an dijmin, her kes dizane ku ev pirsgirêk, ango pirsgirêka bakurê Kurdistan'ê bi rêgezên demokratîk û bi dîyalogê çareser dibe.

Dîsa herkes dizane, ku bi kuştinan, bi rûxandinê, bi wêrankirinê çareserî nabe, berevajî hêj griftir dibe û kerxa civatê fireh û mezintir dibe.

Kî ne gêncên tên kuştin, li Tedûrek'ê, li Colemêrg'ê, li Semsûr'ê û herweha li her çarhêlên bakurê Kurdistan'ê?

Em jî dizanin, dewlet jî dizane ku ew law û keçên vî gelî ne.

Ez jî stratejîya PKK û şerê çekdarî napejirînim, lê nabe em çavên xwe li kuştinên law û keçên ra bigrin.

Bila dewlet zanibe, ku bi kuştinê nabe, divê dewlet destê xwe bona dîyalogê dirêj bike, rêya aştî û demokrasiyê bi kar bîne.

Bê guman, him di hundirê Tirkîyê da û him jî, di cîhanê da gellek derdor û dewlet dê amede bin ku alîkarîyê bikin.

Bi çareserkirina pirsa bakurê Kurdistan'ê rewşa Tirkîye'yê dê bêguhertin û îmaj û hêza wê ya aborî û civakî dê bilindtir bibe.

Kesên berevajî vê dibêjin, yên ku tenê ji kuştin û wêrankirinê fam dikin, bila bawerîya rayedarên Tirk hebe, ku ew ne dostên Tirkîyê ne.

26.05.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
6042 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:57:27

Mahmut Kılınç

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin
x