Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh.

Ne tenê çend partîyên ku serketina rapirsîn û serxwebûnê li ser berjewendiyên partiyên xwe ra digrin piştgirîya rapirsînê dikin, wekî min got bi giştî Kurd û Kurdistaniyên ku paşeroja xwe di serxwebûna Kurdistanê da dibînin, hemû bi hevra destek didin.

Mahmut Kılınç

02.09.2017, Cts | 10:43

Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh.
Nêrîn Belav bike

Biryara rapirsînê bi giştî çoş û peroşa neteweya Kurd bilind kir, li her kuderê dibin bila bibin pêşwazîyek germ têt kirin.

Li seranserê cîhanê, taybetî Kurdên ku di gîyana xwe da bi êş û kêmayîya bêdewletbûnê dihesîn, ketine nav tevgerek fireh, panêl, konferans û çalekiyên girseyî li dar dêxin.

Girse bi kelecanek gellekî bilind û bi ala Kurdistanê beşdarê çalekîyan dibe û bi hêrsa bêdewletbûnê dengê xwe bilind dike.

Ev hişmendîya neteweyî ku diherike meydanan û piştgirîyê dide Rapirsîna Serxwebûnê, mijarek neteweyî (niştemanî) dibîne.

Ji ber vê ye, ku li bakurê Kurdistanê, pênc partî û hinek kesên serbixwe bi navê "Însîyatîva Piştgirîya Referanduma Serxwebûnê" damezrandin û biryara stendin, ku heta dawîya Rapirsînê hemû bi hevra wekî Partiya Rapirsînê kar bikin.

Ev helwest şayanê pesnê ye.

Ne tenê çend partîyên ku serketina rapirsîn û serxwebûnê li ser berjewendiyên partiyên xwe ra digrin piştgirîya rapirsînê dikin, wekî min got bi giştî Kurd û Kurdistaniyên ku paşeroja xwe di serxwebûna Kurdistanê da dibînin, hemû bi hevra destek didin.

Bi vê helkeftê min divê bijim, ku Emcûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar da ku beşdarê Rapirsîna Serxwebûnê bibe, weha dixuye ku Navçeyên li Dervayî Rêvebera Herêma Kurdistanê dê yek bi yek biryarê bidin, jixwe didin jî.

Bê guman, ev piştgirî li hêlekê nêşita berbanga dewleta serbixwe ye, li hêla din dê wekî goka berfê her roj gewretir bibe û bigehê amancê xwe.

Li her çar parçeyan Kurdistanê piranîya neteweya Kurd û gelên Kurdistanî piştevanîya xwe li rayagiştî radigînin (deklere dikin), mixabin parek biçûk, ji ber sedemên partiyî (hizbî), an ji ber sedemên berjewendiyên derdor û kadiroyek gellekî teng, an jî di encama destêwerdana hinek cîranên xêrnexwaz da axaftinên xwe bi "lê belê.....(ema, fekat)...." diqedînin.

Min divê bêjim, ku em di rojên dîrokî da derbas dibin, îro ev roj e ku her kes, dewrûberên siyasî û partî li ber rayagiştî ezmûnek neteweyî bidin.

Her reftar, gotin û tevger di dîrokê da, dê cîyekî bi rûmet an bêrûmet bigre, belê roj ev roj e ku divê em hemû berjewendiyên (ne karê û barê siyasî) partiyî heta dawîya ragihandina serxwebûnê sist bikin.

Bila şika kesî nebe ku nifşên tê dê ezmûnên bêyî "lê belê....." bona paşeroja xwe mînak bigrin, helwestên dijî rapirsîn û serxwebûnê ku bi "lê belê..." diqede dê heta û heta wekî deq û şikesta wan kes û partîyan jibîr bînin.

Her tişt li ber çavên rayagiştî diqewime, her kî/kê bi axaftinên "lê belê..." dest pê dike, xwe dispêre hinek argûmentên bê bingeh.

Li vira min divê bêjim ku gellek şaşiyên hinekan hene, pir mixabin ew, van şaşiyên xwe rast dizanin û nikanin, an naxwazin li hemberî bûyer û qewimînan helwestek bêlay (objektîf) bigrin, di gellek gengeşîyan da ew helwesta partîgerî û bîrdozîya (îdeolojîk) hişk û bêsûdmend bi gengazî têt dîtin.

Mixabin, hinek partî û dewrûber dijberîya xwe dispêrin hinek sedeman, grupên ji marjînaliyê jî biçûktir hene pêdivîya behskirina wana nabe, lê taybetî ji layê HDP û aqildanên vê partiyê dixwazim hinek mînakan bidim.

Mînak yek: Partîya Demokratîka Gelan (HDP) belevokek li rayagiştî eşkere kir, belevok bi neh xalan bû; xalek bi sernivîsa "Bona referanduma Kurdistanê divê bes zemîn pêk bêt." bû weha hatibû nivîsin:

"Li herêma Kurdistana federal ku mijara referandumê ketiye rojevê, bi wateya çarenivîsa gelekî wekî rêgez rast e û guncaw e li kevneşopîya (teamûl) demokrasîyê. Hêvîya me ya herê mezin e, ku bona gelên Kurdistanî mijarek ewqas girîng bes amedekarî û zemînek bihata kirin. Di rojên ku pêdivîya Kongreya Neteweyî bêbersiv ma, bi helkefta sazkirina referandumê em dixwazin diltirsîyên xwe bi rayagiştî va parve bikin, ku pêk anîna referandumê dê gellek rageşî û hêrsdarîyan bi xwe ra bîne."

Çima HDP diltirsî ye, çima rageşî û hêrsdayîn rûbidin û ji kîjan beşê dibetîyek weha heye?

Zemînekî bes amedekirî û guncaw çawa dibe?

Ji Kongira Netewî çi fam dikin, rojên ku KNK heye?

Û gellek pirsên din, şîroveyî vana ji wera berdidim.

Mînak dudo: Dîsa, rêveberê PKK Duran Kalkan peyamek balkêş da.

Kalkan di peyama xwe da rapirsîn û serxwebûnê mafekî rewayê gelê Kurd dizane û amaje bi "têkoşîna rêber Serok Apo" dike û paşê bendika (paragraf) peyama xwe bi "lê belê..." dest pêdike û weha dibêje: "Kî biryara vê referandûmê dide? Sîstemeke ku referandûmê dike, demokrasiyeke ku bi rê ve diçe, nîne! Rêveberiyekê biryar standiye, lê ew rêveberî erkê ji kê digire? Sîstema ku erkê jê digire, dikare bi rê ve bibe? Ti ji van nîne. Ji aliyê civaka Kurd ve hatiye erêkirin? Ji aliyê siyaseta demokratîk a li çar parçeyan ve hatiye erêkirin? Kongreya neteweyî hatiye avakirin? Kî biryarê li ser vê referandûmê dide? Gotina 'ez ê bikim' xuya ye karê propagandayeke teng e."

Ez bawerim Kalkan naxwaze rastiyê bibîne, ku 16 partîyan bi hevra ev biryar stendin, bê guman pêdivîya destûr stendina ji Kalkan û rêberê wî A. Ocalan dê nebe, jixwe di encama rapirsînê da emê rêjeya beşdarbûnê zanibin, em dizanin ku biryara gel ya herê pîroz e.

Mînak sisê: Hevseroka KCK Besê Hozat jî kete dorê, Hozat di peyama xwe da xeletiyên rêveberîya başûrê Kurdistanê rêz dike, behsa dûrxistina wezîrên Goranê ji hikumetê dike, behsa "operasyon" û hebûna baregehên eskerî û sixurîyên Tirkîyê dike û paşê, rojavayê Kurdistanê bona başûrê Kurdistanê mînakek serketî dinimîne û bi lê belê berdewam dike:

"Nebe kes li dijî Kurdistana serbixwe dernakeve. Kî/kê Kurdistana serbixwe naxwaze. Nêzikî 45 salên em bona Kurdistana serbixwe têkoşînek mezin didin. Rêberê me li Îmraliyê bedela vê dide. Rastiya Îmraliyê (rewşa A. Ocalan m.k.) bi vekirî dide zanîn, ku her kî Kurdistana serbixwe dixwaze. Mafê kesî tine ku demogojî bike û gel bixapîne. Guneh e, şerm e. Mebesta PDK ji Kurdistana serbixwe, hêj bêhtir Kurdistanek koloyalist (bağimli) û kole ye ......."

Weha dixuye, Hozat bawer nake ku gellek neyênî, pirsgirêk û kêşe dê bi dewletbûnê çareser bibin. Bê guman, hinek pirsgirêkên nû dê rû bidin, lê çareserîya wana di nav demokrasiyê da hêsa dibe, ji lewra derfeta biryar û deng dayîna gel vedibe.

Kerem bikin van peyaman şîrove bikin, bi ya min pêdivîya şîroveyê tine ye, bi vekirî wate: Ew li dijî rapirsîn û serxwebûnê ne, lê çîyê şanaziyê ye ku pirranîya girseyî wekî wana nafikire.

Bi hêvîya Kurdistana serbixwe, heta cezna têt, bila cezna we pîroz be.

Mahmut Kilinc

31.08.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

3990 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:57:32

Mahmut Kılınç

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin
x