Berevacî angaştên (îdîa) gellek dewrûberan, taybetî dewrûberên çepgir û nasyonalist, tevgera hêzên Dewletên Yekgirtî Amerîka (DYA), Federasyona Rusya (FR) û hevpeymanan li herêma Rojhelata Navîn ji bija (îştah) berjewendiyên wana yên aborî û siyasî bêhtir, helwest û siyaseta dewlet û rêveberên herêmê ne, ku li dijî demokratîzekirinê liberxwe didin, ango mafên kêmjimaran û pirsgirêkên aborî û civakî çareser nakin.
Bi gotinek din, di kaosa mezin li herêmê da para mezin ne dewletên biyanî, taybetî dewletên "emperyalist", rêberên dewletên herêmê bi xwe ne.
Xespa mafên kêmjimarên (etnikî) neteweyî û olî, wekî ewlehîya paşeroja xwe dizanin.
Li hêrêmê mafê kêmjimaran, her olî, rêolî an neteweyî dibin, mixabin heta îro hatin binpêkirin û li herêmê pişavtinek bihêz peyikandin, taybetî li dewletên dagirker ku Kurdistan di navbera wana da hatiye parvekirin, pişavtinek bi hêz bûye siyaseta van dewletan, her kîjan ol an neteweyî be.
Li Tirkîyê Kurd divê bên tirkkirin, li Suriyê û İraqê divê bihatana Erep kirin, li Îranê bên farskirin, ligel pişavtina etnikî ya olî jî heye, Sune an Şiî kirin.....
Mixabin, ger lê neye farzkirin ew dewletan naxwazin dest ji vî siyaseta nijadperest û olperes berdin, di salên dawî da her çiqas sivik bûbe jî.
Di rojên dawî da serokerkanê Komara Îslamîya Îranê serdana Tirkîyeyê kir û ji serokkomarê Tirk bigrin gellek rayadarên bilind pêşwazîya wî kirin.
Berî serdana serokerkanê Îranê, li Tehranê berdewamîya Civîna Astanayê, di navebera Rusya, Turkîye û Îranê da encam da, taybetî rojeva civînê pêşhatiyên nû li Suriyê û rewşa bajar û herêma İdlibê bû.
Wekî têt zanîn, di navera Rusya û Tirkîyê da lihevhatinek birêve çûbû, di encama vê lihevhatinê da, "hêzên dijberên rejîmê dê ji Helebê vekişên û li İdlibê bi cî bibin."
Weha jî bû, hêzên dijberên rejîmê li İdlibê bi cî bûn, her çiqasî ne eşkerebe jî Tirkîyeyê jî ev hêz parastin, jixwe bi cî kirina wana li İdlibê Tirkîyê rolek girîng leyistibû.
Di rojên dawî da di navbera Heyet el Tahrir Şam (HTŞ) û Ahrar el Şam da şerekî dijwar rûda, herdu jî berê el Nusra bûn.
Tirkîyê hêj nîzikî Ahrar el Şam desekinî heta piştevanî dikir, lê herdu rêxistin jî di lîsteya DYA û Ruyayê ya rêxistinên terorist da ne.
Lê belê di navebera wana da şer derket û nuha HTŞ (el Nusra) ku el Kaîdeya li Suriyê ye, her çiqasî navê xwe guhertibe jî li dijî çend grupên din bi serket û kontrola herêma İdlibê kete bin destê vê hêzê.
Piştê şer û pevçûnên dawî, DYA dixwaze li dijî HTŞyê (el Nusra) operasyonekî dest pê bike, herweha Rusyayê jî vê hêzê terorist dizane.
Bê guman, berê jî him DYA û him jî Rusyayê ew hêz terorist dizabinibûn, pirs weha ye, çima heta nuha operasyon dest pê nekir nuha ket rojevê?
Bawer dikim du sedemên vê hene, yek ev ji stratejîya eskerê têt, ku hemû hêzên terorist li derdora İdlibê bên kom kirin û nuha jî êdî hedefin; ya din, herêm bi temamî kete bin kontrola HTŞê, ango el Kaideyê.
Weha dixuye, ku di serdana serokerkanê arteşa Îranê da rewşa İdlipê mijara yekem bû, ku berî operasyona DYA, Tirkîye kanî bibe û İdlip teslîme hêzên rejîmê bêt kirin.
Bê guma, du mijarên din yên vê serdanê jî hebûn, yek ji vana rapirsîna başûrê Kurdistanê bû, ya din ewlehîya di navbera Îran û Tirkîyê da bû, ku Tirkîyê li ser tixûbê rojhelat dîwar lêdine.
Weha dixuye Îran, Tirkîyeyê bi YPG ditirsîne, ango hêj ku DYA di operasyona xwe da YPG bi kar neanîye, İdlip teslîme rejîm bêt kirin, jixwe ev daxwaza Rusyayê jî.
Herweha, gegeşîyek din ku vî dîtinê piştrast dike heye, ev jî, li Tirkîyê di rojên dawî da gellek kesên ku berê li dijî rejîmê bûn, îro bi dengekî bilind dibêjin, "bila Tirkîyê bi Esad va hevkariyê bike."
Di rojên nîzik da serokerkanê Rusyayê jî serdana Tirkîyê dike, weha dixuye ku mijara sereke ya serdana Valeriy Gerasimov jî rewşa İdlipê ye, dixwazin Tirkîyeyê razî bikin ku İdlip teslîmê rejîm bêt kirin, hêj DYA dest operasyon nekirîye.
Jixwe, li Suriyê ji bajaran tenê İdlip di destê hêzên dijber da maye, heta rejîmê dawîhatina şer radigihand!
Di barê rapirsîna başûrê Kurdistanê da jî; piştê serdana serokerkanê Îranê daxuyaniyek hat belav kirin, serokerkan jî li Îranê di hevpeyvînek xwe da heman tişt gotin, ango him di daxuyanê da û him jî di hevpeywîna serokerkan da ti peyamên nû tine bûn, her tiştên berê hatin dubare kirin, çibûn ewan; "ew li dijî qetbûna Îraqê ne, yekparetîya Iraqê diparêzin û....hwd"
Payemên herdu dewletan wekî teqa reqa ewran e, ku carina ewr teqa req dikin lê ti baran jî nabare, tenê xirecir e, carina jî gef in, lê gefên binê vala.
Bila em zanibin, heta ku ev siyaseta DYA hebe, hevpeyman piştevanê Kurdan bin, ev xirecir ti encaman bi xwe ra nîne, ji ber ku ger xeterek ji van herdu dewletan û İraqê rû bide, têkoşîna li dijî DAİŞê dikeve bin xeterek gellekî mezin, wateya vê jî têk çûna stratejî ya DYA ye, li herêmê.
DYA vê rastiyê baş dizane.
Mahmut Kilinc
19.08.2017/Semsûr
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.