Serbest berdana nûnerê rojnameya Almanî Die Weltê Deniz Yucel, gilî û bêbaweriyên di barê dadwerîya Tirkîyê da hêj bi vekirî raxist ber çavan.
Berevajî peyamên serokkomar, serokwezîr û rayedarên Dewleta Tirk, daku ew li her hawirdorên pêwîst an ne pêwîst be li serhev dibêjin qaşo “Tirkîyê dewletek hiqûkî ye” berdana Yucel ev angaşt vala derxist.
Di heman rojê da ji Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli İlicak ra cezayê heta hetayê hat birîn, li hêlekê Deniz Yucelê ku hêj derneketibû ber dadgehê hat berdan, li hela din rewşa herdu brayên Altan û kesên ku bi hevra dihatin darizandin, ev, li Tirkîyê rewşa dadweriyê bi vekirî eşkere dike.
Li ser daxwaza Dewleta Alman Yucel hat berdan, hêj ne dîyar e ku di bazarîya berdana Yucel da li ser çi hatlihevkirin, tenê em zanin ku li Almanya li dijî panzerên Leopart ku Tirkîyê di êrişa li ser Efrînê da bikar tîne, dengên nerazîbûnê bilind dibûn.
Tirkîyê ne dewletek hiqûkî ye, ev rastîyek gellekî berbiçav e, bi bawerîya min vê rastîya kambax rayedarên dewletê jî bi vekirî dizanin, lê bawerî û zanîna wana ya dadwerî û hiqûkê ewqas e.
Bona Kurdan ev ne pêşveçûnek nuh e, ji ber ku bi dehan salan e li Tirkîyê Kurd rû bi rûyê bêhiqûkîyek weha ne, bona siyasetvanekî Kurd, darizandina bi pîvan û li ser daxwazên dewletê ye û jixwe ev jî wekî bûyerek asayî têt dîtin.
Dîroka Kurdan bi qaşodarizandinan dagirtîye, ji darizandinên Şêx Seîd û hevalên wî bigrin, darizandina Seyît Riza û lawê wî Reşik Husên, darizandinên di dema Komeleyên Çanda Rojhilata Şoreşger (DDKO) da û îro; endam, serokşaredarî, parlementer, hevserokên Partîya Demokratîka Gelan (HDP) û heta siyasetvanên Kurd.
Wekî têt gotin, Tirkîyê ne tene di cîhanê da dewleta ku herê zede rojnameger di girtîgehên wê da ne, herweha di heman demê da Tirkîyê welatê ku di cîhanê da herê zêde siyasetvan di girtîgehan da ne jî.
Rastîya hêj balkêş, balkêş dibêjim ji ber ku gel bi vekirî nizane, kesên ji FETO hatine girtin ne têda, hema hema hemû siyasetvanên di girtîgehan da Kurd in, parek li ser sûçdarîya endamtîya PKKê, yên din jî bi sûcdarîya endamên HDPê ne.
Bi dehan serokên şaredaran hatin desteserkirin û nuha hemû di girtîgehan da ne, herweha hevserok û 11 parlementerên HDPê.
Her roj em nûçeyek xemnak dixwînin ku parlementerîya parlementerekî din bi dawî hatiye, ji ber ku di dadgehan da, di encama qaşodarizandinekê da cezayên giran tên birin û roja ku ceza di parlementê da bêt xwendin parlementerî bi dawî dibe.
Ne tene desteserkirin herweha darizandin jî bi pîvanên dewletê û di encama biryarên navendî da dibe, hevserokê HDP Selahattin Demirtaş di qaşodarizandina xwe da vê rastîya Tirkîyê bi zimanekî trajikomîk û vekirî vedibêje.
Selahattin Demirtaş di paratina xwe da rastiyên balkêş vedibêje, di parastina wî da em carek din dibînin ku hemû gotin, vegotin û têkilî bi mebesta xapandinê ye, Demirtaş jî di barê destpêkirina “pêvejoya çareseriyê” da dibêje, ku bi hevalên xwe va li ser encamên pêvejoyê axifîne û zanibûn ku “ger pêvejoya çareseriyê bê encam bimîne dê sûcdar ew bin û pêywendi dê li dijî wana wekî delîl bikar bêt”, weha jî bû û dibe.
Fam kirina vê ne zehmet bû, ji ber ku di gotin, vegotin û peyamên berpirsên dewlet û AKPê da cilîskek hêvîyê jî tine bû.
Jixwe, AKPê encama hilbijartina sala 2015an ya 7î pûşberê da fêla xwe eşkere kir.
Bê guman serbet berdana Deniz Yucel cihê kêfxweşiyê ye, lê di heman deme da serbest berdana wî da zanîn, ku ger palpişta mirov hebe, taybetî ev palpişt dewletek wekî Almanya be, bêyî dozname (îddianame) bêt nivîsin û mirov derkeve ber dadgehê jî dê serbest bêt berdan û li Tirkîyê navê vê jî “hiqûk” e.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.