Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e, her roj di encama topbaran û bombebaran da jimar bilintir dibe, jimara kujtina kesên sivîl bi sedan têt ragihandin, brîndar her weha û mixabin bi deh hezaran jî koçber hene.
Bajarok û gund hatin rûxandin, di encama topbaran û bombebaranê da binesazîya herêmê têk çû, herweha erdnîgariyê zirar û zîyanek mezin dît.
Evan hemû di encama êrişa artêşa Tirk da rûdan, hê jî êriş berdewam e û jimara kujtinan û jimara rûxandina bajarok û gundan her roj pirtir dibin.
Mixabin cîhan bertekên nizm dide, helwesta navneteweyî jî dewleta Tirk wêrektir dikin.
Heta îro Rêxistina Neteweyên Yekgirtî êriş şermezar jî nekirîye, weha dixûye ku hiqûka navneteweyî tene bi gotin û nivisî heye.
Bala xwe bidinê, wezîrên dewletên endamên NATOyê yên bergiriyê dicivin, lê êrişa li ser Efrînê nakeve rojevê civînê, li beramberê vê xemsariyê divê mirov bipirse, gelo NATO bona çi heye?
Ger tixûbê Tirkîyê di heman deme da tixûbên NATOyê bin û bo mînak Suriyê êrişê Tirkiyê bike, NATO divê li dijî êrişek weha bisekine û tixûbên Tirkîyê biparêze, gelo ev bona NATOyê nabe serêşekê?
Bi gotinek din, endamên NATOyê mafdar an ne mafdar bin, gelo azadin bona her êrişekê, kujtinê û rûxandinê?
Êrişa Tirkîyê di heman deme da xetere bona ewlehîya NATOyê, herdem pêkan e ku Tirkîyê tûşî êrişekê bêt, ev ji Rusyayê dibe, ji Îranê dibe an ji Suriyê, di rewşek weha da çawa dibe NATO bêdeng dimîne?
Li ser pirsekê sekreterê NATO weha dibêje, “Li bakurê Sûriyê ti hêzeke bejayî nîne (NATOyê m.k.), hinek nîgeraniyên rewa yên Tirkiyê hene. Ti endamekî NATOyê ji ber êrîşên terorîstî bi qasî Tirkiyê nerihetî nedîtiye. Em hêvîdar in Tirkiye û Amerîka bi awayekî maqûl vê pirsê çareser bikin. Wek min got; hêza NATOyê li wê navçeyê nîne, herwiha derbarê operasyona Çiqlê Zeytûnê de Tirkiye zanyariyan dide NATOyê, em hêvîdar in Tirkiye li ser dana van zanyariyên derbarê operasyonê de berdewam be.”
Li kîjan dewletên endamên NATOyê da pirsek wekê pirsgêrêka Kurd û Kurdistanê heye û naye çareserkirin, sekretere NATOyê bi aqli me teze xwe dike.
Dîsa dibêje, “…..li navçeyê hêza NATOyê tine ye…”, ango artêşa Tirk ne hêza NATOyê ye, çeken di dest da ne çeken NATOyê ne?
Bi kurtî sekreterê NATOyê dibêje di êrşa xwe da berdewam be, lê me agahdar bike, ev di cihana îro da skandalek e.
Gelek rayedarên dewletan jî di peyamên xwe da dibêjin, ku “ew endîşeyên Tirkîyê fam dikin”, ez bawerim ew xweparastinê û êrişkirinê heman tişt dibinin!
Heçkû, Tirkîyê êrişî li ser Efrînê dike, neku tixûbên xwe diparêze, herweha ji herêma Efrînê heta îro bona ewlehîya tixûbên Tirkîyê ti xeter rûnedan, her kes û herweha sekretere NATOyê jî vê rastiyê baş dizane.
Kî dê hesabê qetlîamê û rûxandina bajarok û gundan bide, hemû mal û xaniyên şêniyên herêma Efrînê zirar û zîyanek mezin dîtin, gel derbeder bû.
Heçkû, Efrîn herêma herê aram bû li Suriyê, dewletên li paytexta Kazakistanê li Astanayê qaşo bi mebesta “agirbesê û çareserîya alozîya Suriyê” pêvejoya Astana dest pê kirin, wana berevajî aramiyê şer gur kirin, çav berdan destketiyên Kurdan û dixwazin bifetisînin.
Ji pêvejoya Astana cîhanê tiştekî din hîn bû, gelo garantorî weha ye?
Ne ji hiqûka navneteweyî û ne jî ji dewletan deng derdikeve, gotinek heye; dibêjin, “Di qada navneteweyî da hêzdar her daxawazên xwe bidestxwe va tînin, lawaz jî neçar in li ber van daxwazan stûyê xwe bitewînin”.
Bona ku em stûyê xwe li ber hêzdaran netewînin, hêzdarî divê û ew jî, bi yekriziyê dibe, rojek berê rojekê li rojavayê Kurdistanê yekrêzî divê, gavek weha him deriye yekrêzî û hêzdarîyê vedike û him jî bona aştîya civakî dibe gavek dîrokî.
Mahmut Kilinc
15.02.2018/Dusseldorf
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.