Ji generalekî Îsraîlê pirsîyane, “gelo hûn başûrê Lubnanê bi firokên şer bomberan dikin, lê hêzên bejayî naşînin çima?”.
General bersivê dide, “ger em ne neçar bin êrişên bejayî nakin, ji ber me eskerên bêbav û dayîk tine ne”.
Belê li Îsraîlê her eskerekî bav û dayîkek wî heye, roja ku hikûmet wî bişîne şer û ew bêt kujtin, divê hikûmet bi berpirsyarîya kujtina wî rabe û di barê kujtina wî da malbatê rast agahdar bike, bi kurtî hesabê kujtina wî bide.
Di hela din da, Ciyayê Kurmênc, Efrîn ketiye ber êrişên artêşa Tirk û hevkarên wê, bi dehan serbaz û hevkarên wê tên kujtin, lê ti kes hesêb napirse, rikeberî (muhalefet) jî dewsa ku hesêb bipirse rê li ber êrişan rast dike.
Li Tirkîyê jî her eskerekî bav û dayikek wî heye, lê malbat yên din jî dikin “qurbana welêt”, bi çoş û peroşek bilind lawên xwe dişinin eskeriyê.
Li Tirkîyê mirov erzan e.
Heta îro bi hezaran eskerên Tirk di şerên neheq da hatin kujtin, ne hikûmetê hesabê kujtina wana da û ne jî malbatan hesabê kujtina lawên xwe xwest.
Destê xwe li ber vekirin hikûmetê çi da yê pê qayîlbûn û bêdeng man.
Bi ya hikûmetê hemû şehidin, hemû “hesenên henekirî” ne!
Di ola Îslamê da her kujtî nabe şehit, bi ya Îslamê: kesên ku nefsa xwe teslîmê Xweda kiribe û di rêya Wî da hatibe kujtin, an di ber welat û namûsa xwe da hatibe kujtin şehit e.
Ti pêywendiyên êrişa li ser Efrînê têkoşîna bi rêya Xweda va tine ye, ti kesî êrişî ser axa Tirkîyê jî nekirîye, ax û namûsa hemwelatiyên Tirkîyê neketiye ber xeterê.
Di çanda ola Îslam da şehadet pileyek taybetî û bilind e, mixabin li Tirkîyê ev pile bona manîplasyonê bi kar têt.
Terorizm çi ye û terorist kî ye
Di qada navneteweyî da pênaseyek hevpar ya terorizme tine ye, hinek dewlet di çarçoweya berjewendiyên xwe da pênaseyê terorizmê dikin, heçkû li dijî terorizme gellek peyman, beyanname û rêkevtin hatin îmza kirin.
Di nava hiqûka Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Konseya Ewrupa da, taybetî di mijara terorizme da peyman hene, li dijî terorizme peyman hatine imza kirin, ji dest vê her çiqas pênaseyek hevpar tine be jî di barê terorizme da hevdîtinek heye.
Dîsa jî mirov dikane pênaseyek hevpar bike, bi ya min: “Dewletek, hêzek an grupek, bona armancên siyasî, olî an ekonomik bi mebesta şikandina berxwedana gelekî, li dijî kesên sivîl, rêveberên gelenperî û herêmî çewsandin, tirsandin, bizdandin û bi kar anîna tûndiyê teror e, kesên vî sûcî dikin jî terorist in”.
Ger dewletek vî sûcî bike, ev dibe terora dewletê û ew dewlet jî dibe dewletek terorist.
Peyva terore jî di roja îro da bi amancê manîplasyona civakê bi kar têt, her roj bi dehan rojname û telewîzyon bi amancê berhêlîkirina civakê bernameyên taybetî diweşinînin.
Îro, pir bi hêsayî rayedarekî dewletê dikane hêzekê, grupekê, an mirovekî wekî terorist sûcdar bike.
Cirma zerar û zîyana Efrînê.
Artêşa Tirkîyê û çekdarên hevkarên wê zirar û zîyanek mezin gihandine herêma Efrînê, him gund û him jî mal û milken şêniyê herêmê her roj bi firok, top û tankan tên bombebaran kirin.
Ev cirm ket stûyê êrişkaran.
Bê guman, di encama van êrişan da gellek kesên sivîl ku di nava wana da jin û zarok jî hene jîyana xwe ji dest dan / didin.
Bi ya nexweşxaneya Avrînê heta îro 148 sivîlan jîyana xwe ji dest dana, bê guman şehit ev in, 386 kes jî birîndar bûne.
Bombebarana firok û topên artêşa Tirk zîyanê didin hinek dam û dezgehên jîndarî jî, bo mînak du rojan berê parzûngeha ava vexwarinê ya Efrînê hat topbaran kirin.
Herweha, bi bombebaran û topbaran kirinê binesazîya herêmê têt xera kirin.
Bezirganî mir, berhemanîn û zîraat sekinî.
Bi encam zirar û zîyanek mezin, ango cirmek mezin rû da, gelo dê çawa bibe?
Tirkîyê endamê Konseya Ewrupa ye û Protokala Serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan jî îmza kirîye, her çiqas Suriyê ne endamê Konseya Ewrupa be jî divê rêyek hebe.
Tirkîyê di qada navneteweyî da bi tene ma û xwe xist bin cirmek gellekî giran, bê guman di encamê da ewê bedelê vê xerabîyê bide.
Mahmut Kilinc
08.02.2018/Dusseldorf
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.