Wiha diyar e, ku êdî bi paşve gav avêtin nabe, serokê herêma Kurdistan'ê Mesut Barzanî, nûnerê Neteweyên Yekgirtî bi nameyek fermî agahdar kirîye, ku îsal rapirsîn dê encam bide.
Nûnerê Neteweyên Yekgirtî (NY) Jan Kubis di civîna "Encûmena Asayîşa Navneteweyî" da bi helkefta xwendina raportekê li ser Îraq'ê, ameje bi agahdarîya Mesut Barzanî kirîye û gotiye, " ku di sala 2017an de dê referandumê pêk bê."
Ev bi me dide zanîn, ku li ser mijara rapirsînê, bê guman li ser gengeşî û pêşveçûnên di encama wê da, êdî di astek bilind û rewşek fermî da kar têt kirin.
Bi ya vê nûçeyê, "tîr ji kevanê derketiye", ji ber ku heta îro bi salan e, taybetî rêvebera başûrê Kurdistan'ê di gellek civîn, peywendî û hevtîtinan da behsa rapirsîn û serxwebûnê dikirin, lê ji ber sedemên cûrbecûr gav nedihatin avêtin, cihê kêfxweşiyê ye ku ligel NY agahdarîya fermî yekem car e.
Bê guman, serxwebûna Kurdistan'ê xeyala her Kurdekî ye, pêdivîya gengeşiyê bi pêwîstî û li ser girîngîya wê nabe, lê ez dixwazin taybetî bala we bikşînim ser du mijaran.
Rapirsîn û diyarkirina serxwebûna Kurdistanê, bi giştî du xalên girîng hene; yek, pêywendiyên neteweya Kurd û Kurdistan'ê bi dewlet û gelên cîran va, herweha bi herêmê û cîhanê va gellekî girîng in, mirov dikane vê wekî pêywendiyên navneteweyî bi nav bike....
Bê guman, bi diyarkirina serxwebûna Kurdistanê, di destpêkê da dibe hinek kêşe rû bidin, lê paşê peywendiyên navneteweyî dê bikevin nava xweguhertinek çêker.
Li herêma Rojhelata Navîn şerekî xwînavî heye, bi dehan salin ku didome û hêj kes
nizana dê heta çend salin din jî bajo, mixabin di asoya herêmê da nêşita lêdana berbanga aştîyê naxuye.
Ev şerê xwînavî di hêlekê da şerê desthilatê ye, lê bi qasî wê jî di heman demê da şerê mezhebî ye, paşxaneya dîrokî heye, bi hezaran salin berdewam e.
Ev şerê xwînavî seranserê herêmê dorpêç kiriye, çendin welat di nav qeyranek fireh da ne, taybetî Iraq, Suriyê û Lîbya him ji aliyê civatî va û him jî ji aliyê aborî va hatin rûxandin.
Xweparastina ji vî şerî desthilatê û mezhebî, bi tevger û biryarek navendî divê, ev di heman demê da rêveber, desthilat û disîplînek navendî (merkezî) ye, ku gel ji şerê xwînavî biparêze û ewlehîya wî pêk bîne û misoger bike.
Ger biryar û disîplînek navendî nebe, her grup û partî bi serê xwe tevbigerin, peywendiyan damezrînin, danûstandinan bi berjewendiyên xwe bikin û bikevin nav tîfaqan, siyasetek wiha derfet dide, ku rê li ber encamek neqenc vebe.
Li Rojhelata Navîn her dem rîska metisîyek wiha heye, encax mînimîzekirina vê bi biyar û desthilatek navendî dibe, bi serwerîya zagonan dibe.
Ger navendek serweriyê nebe, zagon û destûrname nebin, siyaset xwe bi vana va pabend nebîne, kaos rû die, di encamê da civat zirarmend dibe.
Mixabin li herçar parçeyên Kurdistan'ê minakên pêywendiyên wiha hene, ev rastî li ber gavên neteweyî astengên balkêş in.
Tenê serxwebûna Kurdistanê dikane bibe bend li ber metirsîyek wiha.
Du, bê guman giringîyek fireh û kartêker heye li ser kar û siyaseta navxweyî ya bi giştî Kurdistan'ê.
Bila em zanibin ku serxwebûna Kurdistan'ê herî bêhtir dê li ser siyaseta navxweyî kartêger be, bê guman bi şêwekî erênî.
Dibetî heye ku hinek rêxistin, ji ber şayişên (endîşe) bîrdoziyê bikevin nav tevgerek xerab, lê coş û peroşa gel û piştgirîya civatê dê serdest be, li herçar parçeyên Kurdistan'ê emê encamên siyasî, civatî û aborî ên erênî bibînin.
Gavek wiha bona parçeyên din çima nebe mînak?
Herweha, rapirsîn û diyarkirina serxwebûna Kurdistan'ê dê angaştên hinek derdorên siyasî vala derxe.
Bi salan e ku hinek rêxistin gotina serxwebûnê tenê propoganda dibînin, an dixwazin wiha bibînin.
Li başûrê Kurdistan'ê qeyrana aborî û astengiyên siyasî derfetê dide destê dijberên serxwebûnê, biryara rapirsînê û encamên wê dê pêşîya propogandeyên wiha bigre.
Ji îro va têt dîtin, ku biryara rapirsînê û diyariya serxwebûnê, dê hevsengîya siyasî li her çar parçeyên Kurdistan'ê biguhere.
Bi bawerîya min rêxistinên li dijî serxwebûnê, herweha dijberên dewleta Kurdistan'ê, sedemên wana her çidibin bila bin, êdî gel guhdarîya wana nake.
Bila bêt zanîn, ku piranîya raser ya neteweya Kurd ligel diyarkirina serxwebûnê ye.
Ya herê girîng jî, bi bawerîya min li ser şêwe û rêbazên çareseriyê kartêkerîyek erênî dê encam bide, pêwîstiya şer û pevçûnan namîne, têkoşîna çekdarî dê nizm bibe û proseya siyasetê dê derkeve pêş.
Bê guman, rapirsîn û diyariya serxwebûna Kurdistan'ê, him bona ewlehî û aştîya herêmê û him jî, bona hevsengîya siyasî ya navxweyî gavek dîrokî ye.
23.05.2017/Semsûr
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.