Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe.

Heftekî berê li Amedê bi navê Îtifaqa Kudistanî ya jibo Hilbijartinê hatibû damezrandin û partîyên damezrêner di civînek rojnamegerî da deklerasyonek li rayagiştî ragihandibûn.

Mahmut Kılınç

07.05.2018, Pts | 12:24

Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe.
Nêrîn Belav bike

Wekî têt zanîn li Tirkîyê 24î pûşperê hilbijartina pêşwext heye, hilbijêr dê him bona serokkomar û him jî bona parlementê deng bide.

Heta îro du îtifaq hatin damezrandin û penc partî jî bi serê xwe dê beşdarê hilbijartinê bibin, ji vana yek jî Partîya Demokratîka Gelan (HDP) e.

Herdu îtifaq jî ji HDPê dûr sekinin.

Ger HDPê şert û mercên Tirkîyê bi perspektîfek konkret binirxîne û amarên xwe li ser îhtimalên piştê hilbijartinê bike, dê kanibe vê derfetê baş bikar bîne.

Heftekî berê li Amedê bi navê Îtifaqa Kudistanî ya jibo Hilbijartinê hatibû damezrandin û partîyên damezrêner di civînek rojnamegerî da deklerasyonek li rayagiştî ragihandibûn.

Li Iraqê û başûrê Kurdistanê jî 12î gulanê bona Parlementa Iraqê hilbijartin heye, ango 12î gulanê li Başûr û 24î pûşperê jî li Bakur hilbijartin têt encamdan, herdu jî bona paşeroja neteweya Kurd girîng in.

Mixabin, li başûrê Kurdistanê di qada siyasî da jevbelawelayîyek heye, di navbera partîyan da rikberîyek heye, heçkû hilbijartin bona parlementa Iraqê ye divêbûya Kurd bi yekdengî biçûna Bexdadê, ji ber ku hîna parek mezin ji axa Kurdistanê hatiye dagirtin û hêvîya çareseriyê gellek kêşeyên neteweyî heye

Em vegerin ser hilbijartina li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê; herdu îtifaqan, ango Îtifaqa Cumhur û Îtifaqa Millet berbijarên xwe ragihandibûn, Îtifaqa Cumhur serokkomarê îro R. Tayyip Erdogan, Îtifaqa Millet jî parlementerê Partîya Gela Komarê (CHP) Muharrem İnce ragihandibû.

Piştê van ragihandinan HDPê jî, hevserokêgiştîyê berê Selahattin Demirtaş ku îro nêzikî du salan e di girtîgeha Edirne da girtî ye ragihand.

Wekî têt zanîn di hilbijartina berê da Demirtaş dîsa berbijarê HDPê bû û di hiljartinê da ligel parek hilbijêran xwînşîriniyek baş bi dest xistibû, di encamê da 3 958 103 deng û 9,78% deng stendibû.

Bêguman, Demirtaş kesekî ciwan û xwînşîrin e, herweha parek berbiçav ji rayagiştîya Tirkîyê bawer e ku neheqî li wî têt kirin û kesekî mexdûr e û dîsa, hêvî heye ku ji berê bêhtir deng bistîne.

Her çiqasî ez li sîyaseta wî, taybetî sîyaseta “emê te nekin serok” ne razî me jî, ji ber ku piştê hilbijartina sala 2014an li bakurê Kurdistanê her tişt serobino bû, lê dîsa jî ezê piştevanîya wî bikim û bawerim piranîya kesên Kurd wekî min difikirin.

Biryara HDP wekî biryarek hestî dixuye, ger tiştin hene li rayagiştî nehatibin eşkere kirin bêguman ev ne têda.

“Kurd neteweyekî hestî ye”, ev gotin rast e, lê di siyasete da hestîyarî nabe.

Ez naxwazim gengeşî bikim, HDP ji dervayî îtifaqan ma û Selahattin Demirtaş berbijarê partîyê ye, êdî gengeşî nabe.

Hinek kes û derdor dervamayîn, an jî ji dervahiştina HDP nerehetin, heta hinek kes xwe diqehrînin û “hêrsokî” dibin.

Bi bawerîya min ev xelet difikirin, weha dixuye ku lixwenebawerin, lixwebawerîya wana qels e, êdî pêdiwîya siyaseta bakurê Kurdistanê bi perûbaskên partîyekî, an îtifaqekek Enqereyî tine ye, bere hebû lê êdî biper e, bi mercê ku HDP bi erênî xwe nêzikî Îtifaqa Kurdistanî ya jibo Hilbijartinê bike.

Berevacî, di nava îtifaqên Enqereyî da cî negirtina HDPê dikane bi xwe ra encamek erênî û serketinekê bîne.

Ewil, wekî di nivîsên bihurî da jî min ameje pê kiribû, li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê hêza Kurdan berz dibe, him berbijêrên tûra duyem û him jî rayagiştîya Tirkîyê hay jê vê hêzê dibin.

Hêvî heye ku encamek weha dê helwesta dewletê û famkirina rayagiştîya Tirk di bergeha erênî da biguhere û derfeta destpêkirina proseya çareserkirina ya kêşeya bakurê Kurdistanê rûbide.

Bêguman, hela herê girîng jî rayagiştîya bakurê Kurdistanê hêza xwe dibîne û lixwe bawerîya civatê bilind dibe.

Di hela din da, sala têt hilbijartinên şaredarî û herêmî birêva diçin, bila kesên peywendîdar jibîr nekin ku serketina hilbijartina 24î pûşperê dê rêya serketina hilbijartina adara sala têt ji îro va veke, ango bi gotinek din, ger di navbera partîyên Kurdistanî da îro îtifaq û serketin nebe hilbijartina adara sala têt dikeve ber xeterê.

Bi encam weha baş bû, lê bes divê HDPê rewşê rast binirxîne û bi Îtifaqa Kudistanî ya jibo Hilbijartinê, Partîya Maf û Azadîyê (HAKPAR) û Partîya Azadî û Sosyalîzmê (ÖSP) va bikeve nava hevkariyê û bi hevra “enîyek”, “îtifaqek” bêt damezrandin, rojek berê rojekê li seranserê bakurê Kurdistanê û herweha li metrepolên Tirkîyê dest bi karekî çalak bêt kirin.

Mahmut Kilinc

07.05.2018/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3178 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:15:28

Mahmut Kılınç

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin
x