Dadgeha Federal a Iraqê derbarê Kerkûkê de du biryar dan

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi Wekalet Rêbwar Talabanî ku ji 16ê Cotmehê ve bajar bicîh hiştiye, ji Rûdawê re got, Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê derbarê Kerkûkê de çend biryar derxistine.

5 Sibat 2018 - 08:05
5 Sibat 2018 - 08:05
 0
Dadgeha Federal a Iraqê derbarê Kerkûkê de du biryar dan

Li gor Rêbwar Talabanî, Dadgeha Bilind a Federalî bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê yasayî dibîne û herwiha daxwaz kiriye ku lêpirsîn derbarê wan hemû kesan de bê kirin ku Ala Kurdistanê li Kerkûkê anîne xwarê.

Dadgeha Federalî ya Iraqê her îro dozen li ser Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê red kirin ku ji aliyê Ereb û Turkmenan ve hatibûn tomarkirin.

Doz li ser wê yekê hatibûn vekirin ku çima Ala Kurdistanê li Kerkûkê hatiye bilindkirin.

Ev nûçe bi tevahî 2131 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:29:42