DAIŞê li Kerkûkê êrîş kir û 3 polîs kuştin

Şeva bûrî li gundê Kelor ya li ser riya Kerkûk – Pirdê, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke hêzên Iraqî kir, di encamê de 3 polîs hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.

7 Gulan 2019 - 05:48
7 Gulan 2019 - 05:48
 0
DAIŞê li Kerkûkê êrîş kir û 3 polîs kuştin

Berpirsê Ragihandina Odeya Operasyonên Hevbeş li Kerkûkê Eqîl Keynanî ji K24ê re ragihand, çekdarên DAIŞê li gundê kelor ê ser bi Kerkûkê ve êrîşî ser hêzeke Polîsa Federalî kir.

Da zanîn, di encama şer û pevçûnan de, 3 polîs hatin kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûn. Niha hêzeke taybet ya hevbeş ji Polîsa Federalî û Lîwaya 61 ya Teybet pêk hatiye û li wê navçeyê li dû çekdarên DAIŞê digerin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêzên Pêşmerge ji Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, valahiyeke ewlehiyê ya mezin li wê navçeyê dirust bûye û bûye derfetek ku çekdarên DAIŞê çalak bibin û êrîşî ser hêzên Iraqî bikin.

Ev nûçe bi tevahî 942 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:28:10