Ocalan behsa "yekparçeyiya" Sûriyê kir
Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan îro naveroka civîna ligel Ocalan ji raya giştî ra aşkere kirin. Di nameya Ocalan da dihête dîtin ku Ocalan behsa çareseriya rewşa Sûriyê dike û bo çareseriyê pirsa Sûriyê jî behsa parastina yekparçeyîya xaka Sûriyê dike.
Îro danê sibehê parêzerên Ocalan aşkere kirin dan di 02. 05. 2019an da ligel Ocalan hevdîtineke pêk anîne û Walîtiya Bûrsayê jî rê li ber wan vekiriye ku biçin serdana Ocalan bikin. Parêzerên Ocalan Faîk Erol, Newroz Uysal û Rezan Sarica beyannameya Ocalan û sê zindaniyên din ê PKKê ya ji Îmralî anîne li Stenbolê ji rayagiştî ra aşkere kirin.
Di beyannameya Îmraliyê da peyama Ocalan a derbarê Sûriyê derket pêş. Di peyama xwe de Ocalan behsa parastina yekparçeyiya Sûriyê kir û wiha gotiye: “Em bawer dikin ku di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de jî pirsgirêkên Sûriyê jî bi çanda pevçûnê dûr, li gel wê pêgeha ku tê de ne, rewş dikare di nav yekparçeyîya Sûriyê de li ser bingeha misogeriya destûra bingehîn, bi perspektîfa demokratîk ve pêwîste çareseriya wê bibe armanc. Li ser vê bingehê hessasiyetên Tirkiyê jî divê li berçav bên girtin.”
Gotinên Rêberêm PKKê Abdullah Ocalan di demekê da ye ku Berpirsê Peywendiyên Derve yên TEV-DEMê Salih Muslim û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Kobanî beriya bi çend rojan aşkere kiribûn Amerîka di navbera wan û Tirkiyê da navbeynakariyê dike.
Herwiha berpirsên Tirkiyê derbarê navbeynakariya Amerîkayê ya di navbera HSD- YPG û Tirkiyê da ti daxuyanî belav nekiribûn.
Kaynak:
Nerina AzadEtîketan:
Nûvekirina herî dawî: 06:18:20
Nûçeyên Têkildar
Nûçeyên Navdar
Amerîkayê li ser şerê HSDyê û komên çekdar daxuyanî da
Berfanbar 11, 2024 0
Îlham Ehmed: Hewldan hene ku peymana HSD û Şamê de têk bidin
Sibat 26, 2026 0
Maruf Yılmaz: Hevpeyvîn Dıgel Mehdî Zana 1-2
Cotmeh 12, 2026 0
Bube Eser: Muxalefet û altarnatîfeke neteweyî!!!
Îlon 21, 2026 0
Duzgun Kaplan li ser îstifayên ji HAK-PARê daxuyanî da
Îlon 23, 2026 0
Nûçeyên Pêşnîyarkirî
PWK: Em Desteserkirina Siyasetmedarê Kurd Lutfî Baksî Şermezar Dikin
Cotmeh 22, 2026 0
Li Siûdiyê êrîşî Firokxaneya Şah Fehd hat kirin: Kuştî û birîndar hene
Cotmeh 22, 2026 0
Ehmed Şera û Barrack rewşa Sûriye û ewlehiya deverê nîqaş kir
Cotmeh 22, 2026 0
Fazil Mîranî: Pêşveçûn di peywendiyên navbera PDK û YNKê de heye
Cotmeh 22, 2026 0
Erdogan: Li Sûriyeyê dê rûpeleke nû vebe
Cotmeh 22, 2026 0
600 malbatên din ên Serê Kaniyê vedigerin ser cih û warên xwe
Cotmeh 21, 2026 0
Iraq deriyê sînorî yê Şêbê yê bi Îranê re digire
Cotmeh 21, 2026 0
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê: Artêşa Tirk dê li Îraq û Sûriyeyê bimîne
Cotmeh 21, 2026 0
Trump: Rawestandina êrişên li ser Îranê bi mercê atomî ve girêdayî ye
Cotmeh 20, 2026 0
Husiyên Yemenê êrîşî ser bender û bingehên leşkerî yên Siûdiyê kir
Cotmeh 20, 2026 0
Hevserokên DEM Partiyê serdana Ozgur Ozel dikin
Cotmeh 19, 2026 0
Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Îranê dike
Cotmeh 19, 2026 0
DEM Partiyê bersiv da Uçum: Hûn hewl didin pêvajoyê têk bidin
Cotmeh 19, 2026 0