DAIŞê li Kerkûkê êrişî hêzeke artêşa Iraqê kir

Çekdarên DAIŞê li Kerkûkê êrişî artêşa Iraqê kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.

16 Gulan 2024 - 06:51
16 Gulan 2024 - 06:51
 0
DAIŞê li Kerkûkê êrişî hêzeke artêşa Iraqê kir

Çekdarên DAIŞê li gundê Elawa Mehmûdî yê ser bi nahiya Dubizê ve êrişî hêzeke artêşa Iraqê kir û di encamê de leşkerek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirine.

Ev êrîş piştî wê tê, çekdarên DAIŞê di du rojên borî de li Diyala û Selahedînê êrişî artêşa Iraqê û Heşda Şeibî kiribûn û di encamê de fermandarek û 4 leşkerên din hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 892 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:14:44