Hakan Fîdan: Em dixwazin bi Bexdayê rûbirûyî PKKê bibin

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, di şerê li dijî PKKê de, hemahengiya Tirkiye bi hikûmeta Iraqê re heye û PKK pêşketina Iraqê asteng dike.

16 Gulan 2024 - 06:53
16 Gulan 2024 - 06:53
 0
Hakan Fîdan: Em dixwazin bi Bexdayê rûbirûyî PKKê bibin

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di hevpeyvîneke televîzyonî de amaje bi serdana xwe ya bo Bexda û Hewlêrê kir û ragihand, Iraq ji bo wan girîng e û ew dixwazin ligel Bexdayê şerê PKKê bikin.

Fîdan got jî: “Rewşa nearam a Iraqê di berjewendiya PKK û rêxistinên terorê de bû, ji ber wê jî operasyonên xwe yên leşkerî dewam kirin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê diyar kir: “PKKê li Tirkiyeyê santîmek erd jî kontrol nekiriye, li Iraq û Sûriyeyê jî çend navçe kontrol kirine.”

Herwiha got: “Li welatekî tijî komên çekdar, çareserkirina pirsgirêkên enerjî, av û binesaziyê zehmet e. PKK pêşketina Iraqê asteng dike.”

Fîdan got jî: “Tirkiye welatekî mezin e û di 20 salên dawî de kariye pirsgirêkên binesaziyê çareser bike. Me ji Iraqê re got ku divê ji vê yekê sûd werbigirin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 1276 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:34:26