Danûstandinên nevbara HSD û hikûmeta Sûriyê dest pê dikin

Siyasetmedarê Kurd û parlamenterê Sûriyê ragihand ku dê danûstandin di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de dest pê bikin.

23 Çile 2020 - 09:14
23 Çile 2020 - 09:14
 0
Danûstandinên nevbara HSD û hikûmeta Sûriyê dest pê dikin

Siyasetmedarê Kurd, li Şamê û parlementerê Sûrî, Omer Osê, ji Rûdawê re ragihand ku civînên diyalogê wê di navbera berpirsên Hikmûeta Sûrî û hinek fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, bên encamdan.

Omer Osê ragihand, di rojên bê de li Şama paytext, civîneke diyalogê wê bê lidarxistin û tekez kir ku ew civîn wê di keşûhewayeke erênî de be.

Tê zanîn ku bêhtir ji carekê hewlên encamdana danûstandin û diyalogê di navbera Hikûmeta Sûrî û HSDê û MSDê Rêveberiya Xweser de dihatin kirin, heta niha jî ew hewl berdewam in.

Ev nûçe bi tevahî 952 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:55:34