DEM Partî: Divê girtenameyên Îmraliyê bi temamî bên parvekirin

Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê yên DEM Partiyê xwest hemû girtenameyên hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re bên eşkerekirin.

5 Berfanbar 2025 - 10:03
5 Berfanbar 2025 - 10:03
 0
DEM Partî: Divê girtenameyên Îmraliyê bi temamî bên parvekirin

Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê diyar kir ku naveroka hevdîtinê ji çarçoveya xwe hatiye dûrxistin û wan xwest ku girtenameyên Îmraliyê bi awayekî tam û bêkêmasî bi civakê re bên parvekirin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di civîna Komîsyonê de ragihand ku dê girtenameyên hevdîtinê neyên eşkerekirin û li şûna wan dê kurteyek were xwendin.

Endamên DEM Partiyê yên Komîsyonê li hemberî vê biryarê nerazîbûn nîşan da û got, "Eger girtename tam neyên eşkerekirin dê bawerî bişkê."

Kurtulmuş îdia kir ku ew kurteya ku hatiye amadekirin hemû sernavên hevdîtinê di xwe de dihewîne.

Endamê Komîsyonê yê Koma Rêya Nû Bulent Kaya û Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr li dijî vê helwestê derketin.

Murat Emîrê CHPyî got: "Em dizanin ku dewlet bi Ocalan re axiviye lewra divê girtename xwekî xwe bên eşkerekirin

 Nabe girtename ji parzûnekê bên derbaskirin, ev yek fikaran zêde dike. Divê pêvajo bi zelalî were meşandin."

"Şeffafî daxwaza me ya sereke ye"

Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê jî destnîşan kir ku rola Abdullah Ocalan li derveyî nîqaşê ye û got:

"Daxwaza me ya herî bingehîn şefafî ye. Eger biryareke wiha bê dayîn, ne dê sûdê bide xebatên me ne jî dê nîqaşên raya giştî erênî bin.

Veşartina nêrînên Ocalan armanca avakirina Komîsyonê pûç dike."

Meral Daniş Beştaşê mînakên cîhanê yên wekî Nelson Mandela, FARC, Sinn Fein û Maoîstan bi bîr anîn û got, "Li cîhanê pêvajoyên aştiyê bi guhdarîkirina aktorên sereke hatine meşandin.

Veşartina hevdîtina Îmraliyê destê dijberên pêvajoyê xurt dike."

"Em kurteyê qebûl nakin"

Endamê Komîsyonê yê DEM Partiyê Saruhan Oluç jî diyar kir ku hewldan heye pêvajo were magazînîkirin û got:

"Em dizanin hevdîtin gelekî baş derbas bûye. Neşandina girtenameyan pirsgirêkê çêdike. Em kurteyê qebûl nakin.

Kê ew kurte nivîsandiye, bi kîjan hişmendiyê hatiye nivîsandin, em nizanin."

Daxuyaniya nivîskî ya DEM Partiyê

Piştî civînê endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

"Em dixwazin ku girtenameyên hevdîtina Îmraliyê bi awayekî tam, objektîf naverokê bi raya giştî re bên parvekirin.

Şefafî prensîba sereke ye. Parçekirina naverokê û vegotina bi şîroveyên subjektîf rola dîrokî ya Ocalan teng dike û rê li ber nîqaşan vedike.

Em her cure nêzîkatiya ku naverokê ji çarçoveya wê qut dike red dikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 35 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:49:51