Demîrtaş: Em bi erêkirina hikûmetê çûne Qendîl û Îmraliyê

Dadgehkirina Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li Enqereyê berdewam kir. Demîrtaş got, bi piştevanî û derfetên hikûmeta Tirkiyê, bi berpirsên KCK re hevdîtin kirine, lê niha ji wê hevdîtinê tên dadgehkirin.

26 Avrêl 2019 - 02:43
26 Avrêl 2019 - 02:43
 0
Demîrtaş: Em bi erêkirina hikûmetê çûne Qendîl û Îmraliyê

Dadgehkirina Demîrtaş li Enqereyê, di roja duyemîn de berdewam dike. Demîrtaş ji Zîndana Edîrneyê bi rêya vîdeokonferansê beşadarî dozê bû û da xuyakirin, salên 2010-2011ê gelek endamên wan ji hêla dozgerên Cemaeta Gulen ve hatin girtin û piştî 9 salan jî heman tomet niha li wî tên kirin.

Demîrtaş got, 8 car ew bi xwe, bi giştî 23 car şandên wan bi belemên hêzên ewlekariya Tirkiyê çûne Îmraliyê û bi Ebdula Ocalan re hevdîtin kirine. Demîrtaş got, gelek caran jî bi agahî, alîkarî û erêkirina hikûmetê çûne Qendîlê û Berpirsên KCKê re hevdîtin encam dane.

Da zanîn, lê niha jiber ku gotiye, bila bi PKK re hevdîtin were kirin û ji bo Ebdula Ocalan jî peyva "birêz" bikar aniye, bi bangeşeya rêxistina terorê tê tometbarkirin. Demîrtaş got, rola wan navbeynkarî bû û dewlet sitem li navbeynkaran kiriye û rûmeta xwe wenda kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 1278 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:52:54