Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser tijîkirina valahiya ewlehiyê li hev kirin

Wezareta Pêşmerge ragihand, ew û artêşa Iraqê li ser tijîkirina wan valahiyên ku di navbera wan de hene, gihîştine rêkeftinê.

25 Avrêl 2019 - 06:27
25 Avrêl 2019 - 06:27
 0
Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser tijîkirina valahiya ewlehiyê li hev kirin

Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer got, em û artêşa Iraqê li ser tijîkirina wan deverên navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de vala mane, gihîştin rêkeftinê.

Cebar Yawer her wiha got, li gorî wê rêkeftinê Wezareta Berevaniya Iraqê dê 5 komîteyan pêk bîne. Ew komîte dê ji Xaneqînê heta Rebîê bigerin û li ku valahî hebe, destnîşan bikin û raporta xwe bidin wezaretê. Paşê dê operasyonên hevbeş li wan deran bên kirin.

Piştî şerê DAIŞê û rûdanên 16 Cotmeha 2017, li deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê, hinek cîh hene ku ne hêzên Pêşmerge lê hene ne jî artêşa Iraqê.

Ev nûçe bi tevahî 1893 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:02:17